Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanên wan li herêma Ezazê li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anîn, di çalakiyan de 12 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiya şervanên xwe de daxuyaniyek weşand. Tê de diyar kir ku hêzên wan çalakiyên xwe yên bi bandor ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bicîh bûne lidar dixin, didomînin û wiha parve kir:
“Di dîroka 1’ê Adarê de şervanên me li derdora gundê Kil Cibrînê ya herêma Ezazê 2 xalên leşkerî ya koma çete ya bi navê Firqet El Mutasim hedef girtin û çalakiya serdegirtinê lidar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer û pevçûn derket. Di encamê de 8 çete hatin kuştin û şervanên me dest danîn ser çekek RPK, 2 çekên kalaşnîkof (AK-47) û rextek.
Di heman demê de komek çeteyên ku xwestin xwe bigihînin cîhê çalakiyê bi armanca kuştî û birîndarên xwe rakin, şervanên me seyareyeke vê komê kirin hedef û çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Di encama her du çalakiyan de herî kêm 12 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.”