Li navçeya Xaneqînê ya Diyale tîma kanala KNN’ê ya ji bo tomarkirina barnameya ‘DÊ bedê’ çûyî navçeyê ku ji 4 kesan pêk dihat ji aliyê hêzên Heşdî Şebî ve hatin binçavkirin.
NAVEND NÛÇEYAN – Ji kanala KNN’ê vê sibehê bi destûra polîsan tîma ji 4 kesan pêk dihat ji bo tomarkirina bernameya ‘DÊ bedê’ çû navçeya Xaneqînê ya Diyale. Li gorî agahiyên Kanala KNN’ê dane tevî ku polîs li gel tîma wan jî bû, ji aliyê Hêzên Heşdî Şebî ve hatine binçavkirin.
Navên kesên hatine binçavkirin wihaye, pêşkêşvan û amadekarê bernameyê Ebdulrehman Ebûbekir, Kamarevan Rewa Ehmed û Serkewt Kerîm û şofê wan Herdî Eta ne.