Rektoriya OTDÛ’yê panela ku bi mijara “di rêveberiyên herêmî de jin” di 6’ê Adarê de ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê were li dar xistin qedexe kir.
ENQERE- Rektoriya OTDÛ’yê panela ku bi mijara “di rêveberiyên herêmî de jin” di 6’ê Adarê de ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê were li dar xistin qedexe kir. Rektorî wek hinceta qedexeyê jî qaşo siyasîbûna mijarê nîşan da.
Berê jî Rektoriya OTDÛ’yê bi hincetên cur be cur çalakî û faaliyetên xwendekaran qedexe kiribû. Vê carê jî panela ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê were li dar xistin qedexe kir. Li ser vê mijarê endamên Komê Demokrasiya Civakî bertek nîşan da û gotin “ne mijara panelê ev biryara Rektoriyê siyasi ye.”
Hate ragihandin ku panela ku haiye qedexekirin dê 5’ê Adarê roja sêşemê de li avahiya Şubeya Enqere ya Odeya Mîmaran di seat 18:00 de were li dar xistin.