NAVENDA NÛÇEYAN
Hemû amadehî hatibûn kirin; li benda roja ku hatibû eyarkirin bûn. Di 27’ê Mijdarê de çalakiyek kirin, kelecanek ku nayê pênasekirin diafirand. Wek tê zanîn, Partî hê di qonaxa komê de bibû, heval Hakî Karer, di 18’ê Gulana 1977’an de bi encama qomployeke şehîd ket. Rêber APO jî ji bo ku ji vê şehadetê re bibe bersiv bîryara partîbûnê digre. Di 27’ê Mijdara 1978’an de, li navçeya Amed Lîceyê, li gundê Fîsê, bi tevî 22 hevalan PKK (Partiya Karkerên Kurdistan) hat îlankirin û 27’ê Mijdarê jî di mêjiyê Kurdan de wek rojek watedar û nayê jibîrkirin, cihê xwe girt.
Ji rojek wisa watedar re wan jî dixwest ku bi qasî dîlopeke ji behrê jî bibe wate tevlê bikin. Roja ku tê payîn hatibû. Salnameyan dîroka 27’ê Mijdara 2015’an de nîşan dida. Di navçeya Amed Sûrê re bi erebeyê ber bi Kayapinarê re bi rê ketin. Nîvê şevê bû. Di saet 6:30’an de dest bi çalakiyê bikirana. Di saet 6:00’an de, hê berbang neavêtî bûbû, wek hatibû plansazîkirin di kolana nexweşxaneyê ya paş de cihê xwe girtibûn. Hedefên wan, wesayîta dewriyeyê ku ji 5 kesan pêk tê û sibehê ji bo nobedê diçûn nexweşxaneyê, bû. Di esasî xwe de derfetên wan hebû ku vê çalakiyê biroj jî bikin. Lê ji bo ku gelê sivîl zirar nebîne, bîryara çalakiyê di serî sibehê de, ango di dema kes wê tunebin û bêdengiya mirinê diket ser bajêr de bikin, girtin. 20 deqîqa hebû ku wesayît bihata. Herkes cihê xwe girtibû û li ser hedefên xwe kom bibûn; bi bêdengiyeke dengê hilmê jî nedihat disekiniyan. Ji nişka ve Heval Harûn bêdengiyê xera kir û ji heval Mazlumê re got; “Tu temam î?“. Heval Mazlum jî bersiv da û got; “Te çi zû ji bîr kir, min serî sibê te hişyar kir“. Ji rûyên hemûya re kenek venişt. Hîqehîqên dawî ku bêdengiyê çirand hat sehkirin. Tam di vê radeyê de wesayît ji jor ve xuya bû. Weke hatibû plansazîkirin, Heval Harûn pêşiya wesayît birî û gule reşandin. Di wê radeyê de jî Heval Mazlum ji kêlekê ve gule direşand wesayît û ji serî heya dawiyê zivirî. Dijmin matmayî mabû û nekarî tiştekî jî bike. Heval Harûn, bi lezûbez carcûra xwe yê xelasbûyî bi cihgira carcûrê re guherand. Heval Harûn, çeka xwe dîsa tem araste dikir, wesayît hulkumî û li peyarê xist. Heval Mazlum, ji heval Harûn xwest da ku wî biparêze. Fişeka wî qediyabû, ji bo ku carcûra xwe biguherîne çû ba wesayîta ku li benda wan bûyî. Dema ku heval Mazlum di nava wesayîtê de bû, heval Harûn jî ber bi wesayît diçû. Mîna her tim xeyal dikir; ji bo ku ser dijmin çek rake hêdî hêdî û bi gulereşandinê diçû ser wesayît. Ji nişka ve ji wesayîtê polîsek derket û gule reşand; di heman radeyê de jî heval Harûn kete erdê. Polîs, piştî heval Harûnê berî xwe da wesayîta ku heval Mazlum tê de ye. Fîşek mîna baranê diçû ser wesayîta ku heval Mazlum tê de ye. Di wê kêliyê de heval Harûn, bombeya dest ber bi wesayîta polîsan ve avêt. Bi teqîna bombeyê ve wesayît teriqî û bi bandora fişarê re jî polîs ji wesayît firî û serê xwe li betonê xist û ket erdê. Heval Harûn, ji bo ku were gazî wesayîta ku li benda wan bû, kir. Bi hatina wesayîtê ve heval Harûn gule him li wesayîta polîsan him jî li polîsê ku li erdê dirêj bûbû reşand û xwe bi lez ber bi wesayîta hatî avêt û ji wir dûr bûn. Hindek dûr bibûn ku heval Harûn got “Mazlum“. Ji heval Mazlum deng dernediket. Heval Harûn, xwîna ku ji zendê çep a Heval Mazlum diherikî dît û ji heval Baz ê ku wesayît diajot re pirsî. Baz tam bigota ku “Nizanim, belku di dema gulereşandinê birîndar ketî be“, heval Harûn, rûpoşa heval Mazlum derxist. Qey hîskiribû tiştê ku wê bijî. Heval Harûn, li hwmberî tiştê ku dîtî matmayî mabû. Nekarî tiştekî bêje, dixwest biqîre lê peyv di qirika wî de mabûn. Tenê mêze kirin; dirêj bi dirêjahî mêze kirin…
Fişek, li çavê rast a heval Mazlum ketîbû û ji mêjiyê derketîbû. Hema li wir şehîd ketîbû. Heval Harûn, destika xwe bi lêxistina palgehê ve digot; “Wisa nebûba Heval Mazlum“. Diviyabû ku bi lezûbez bîryareke bidana. Dijmin, ji mêj ve ketîbûn nava livûtevgerê. Dema wan nemabû û saniyêyên derbas dibin jî li dijî wan bûbû. Bi hestên ku ji destên wan tiştekî nayê li hev dinêriyan. Yê ku bêdengiyê birî dîsa Heval Harûn bû. “Divê em term bibin cihekî, her der hatibe girtin; divê em wesayît paqij bikin û ji vir dûr bikevin“. Cebilxane paqij kirin û çûn zeviyek ku 3-4 km dûr û bêdeng. Wesayît li zeviyê hiştin û cara dawî li heval Mazlum mêze kirin. Lingên wan nediçûn. Nedixwestin heval Mazlum li vir bihêlin û biçin. Cara dawî heval Mazlum maç kirin û ji wesayît dûr dibûn. Di çalakiyê de carbecar bi mirinê re rû bi rû maye heval Harûn bû. Jixwe heval Baz, di gulereşandina dijmin de şehîd ket dihesiband. Dema heval Harûn gazî wî dikir, bawer nekiribû. Heval Mazlum, bi xwe avêtina wesayîtê re di ewlehiyê de dihat jimartin. Heval Baz, qet nefikirî heval Mazlum wisa şehîd bikeve jî. Heval Baz û Harûn bi heman fikran ve ji wir dûr dibûn. Her duyan jî di dilê xwe de xwe dixwarin lê eşkere nedikirin. Mazlum, fermandarê wan bû. Him jî ji zarokatiyê ve wisa bû. Bi hev re mezin bibûn û tevlî heman têkoşînê bibûn. Heval Mazlum berdan û nîv seat şûnde dijmin wesayît dîtine û ser termê ku ji wesayît derketîbû jî gule reşandine. Ji her derê laşê Heval Mazlum re fişek lêketîbû. Vê agahiyê dema ku malbat term ji dijmin digirt hîn dibin û carek din dijmin ê ku li hemberî wê şer dikin, dinasin. Dîtin e ku dijmin çiqas hov e û tirsonek e. Lewazbûna wan dîsa hatibû peyîtandin. Lêbelê hemû Amed şahid bûn ku dema wan lêdixistin dewlet kete çi halê. Lê namerdan dîsa wek her demê rolên xwe leyîstin.
Wê bidome….
RÊHEVALÊ WÎ YÊ TÊKOŞÎNÊ