Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 116’an de berdewam dike.
AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 116’an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 78’an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 103’an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 77’an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 77’an de, Yusuf Îba 50, Mele Mustafa 50, Şiyar Xelîl 37, Omer Bagdur/ Cemal Kobanê 34, Huseyîn Yildiz 44, Hasbî Çakici 43, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 43’emîn de, ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 48’an de berdewam dike.
Her wiha ji 1’ê Adar’ê ve hemû girtiyên PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. 300’î zêdetir girtî di roja 78’an de çalakiya xwe didomînin.
Her wiha li Başurê Kurdistanê li bajarê Kelarê ciwanê bi navê Heman dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Di roja xwe ya 7’an de didom e.