Ciwanê bi navê Yûnis Omer yê ji Pêncwên ku ev 3’ê li dijî tecrîdê kete greva birçîbûnê, daxwaz ji ciwanên Başûrê Kurdistanê dike ji bo şikandina tecrîdê tevlî berxwedanê bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Yûnis Omer ku weke Yûnis Surawî tê nasîn, ciwaneke ji navçeya Pêncwên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di mala xwede dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Yûnis Surawî diyar dike ku ji bo piştgirî bide berxwedana Leyla Gûven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê dest bi çalakiyê kiriye û wiha got:“Daxwazê ji tevahî ciwanên Başûr û ciwanên çar parçeyên Kurdistanê dikim ku tevlî berxwedana li dijî tecrîdê bibin.”
Berê niha jî li bajarê Kelarê ya ser bi Herêma Germiyana Başûrê Kurdistanê Endazyar Herêm Mehmûd bi heman armancê greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ragihandibû. Piştî Herêm hunermend Cûma Kerîm û mamoste Serdar Melîhe dest bi greva birçîbûnê ya ji bo hefteyek kiribûn. Piştî Germiyan ev çalakî derbasê Pêncwên jî bû.
Çalakiyên greva birçîbûnê li Hewlêr, Silêmanî, Mexmûr, Germiyan û Pêncwênê birêve diçin û her diçe ev çalakî di nava bajarên din yên Başûrê Kurdistanê de jî belav dibe.