NAVENDA NÛÇEYAN
Heval Mazlum di sala 1995’an li gundê Çewlik Rizê di nava malbatek welatparêz tê dinyê. Navê wî yê rast Süleyman Yakışır e. Ew bajarê ku lê jê ji dayîk bûye, yek ji bajarê ê Kurdistan ê ku polîtîkayên asîmlasyonê ye dijmin di asta jor de ye. Ji ber malbata wî welatparêz bû meylên dijmin ne têrker bû. Salên 95’an li Kurdistan ew bû sal ku polîtîkayên dijmin ên tunekirin û înkar giran bibû. Malbata Yakışır jî ji wan polîtîkayan paya xwe girtibû. Ji ber vê gundê wan hatibû şewîtandin, xalê wî ê mezin hatibû qetilkirin. Malbat ji ber wan bûyeran hin dema Mazlum biçûk bû koçberî navenda Amedê dibin. Êdî heval Mazlum li vir mezin dibe û zarokatiya xwe li vir derbas dike. Diçe dibistana seretayî û ya navîn. Bi konên asîmlasyonê li hev nake û ji ber vê di lîse de dibistanê berdide. Hevalekî wî ji malbatê ku qet ji kêleka wî veneqetiya, ku bihevre mezin bûn, bihevre tevdigeriyan û tevlî heman kerwanan bûn Mahsum Gûrkan…
Bi Mahsum re diçin lîse. Di salên xwe ê lîse de bi hevalê Şahin Öner re naskirinek çêdibe. Bi riya hevalê Şahin tevlî xebatên ciwanan dibin. Di sala 2013’an, di salvegera qomploya li ser Serokatî li Amedê herêma Pakrawangehê çalakiyek lidar dixin. Di vê çalakiyê hevalê Şahin Öner di bin panzerê dimine û bi awayekî birindar dikeve destê dijmin. Pêwist bû biça nexweşxaneyê, lê bes dijmin ew xistin wesayita çekdarî û ew birin qerekolê. Li qerekolê bi îskence tê şehîd xistin. Ji bo tolhildana hevalê Şahin berê dide çiyayên Kurdistanê û sala 2013’an tevlî refên gerilla dibin. Piştî ku demekê di nava gerilla dimîne, vesazbûna wî ji bo xebatên xwe parastinê çêdibe. Ji bo vê diçe Amedê. Hevalê mazlum disa naxwaze vegere bajarê. Dilê ku bi hesreta azadiyê ye bajar ji bo wê xefikê… Ji bon vê, Gerilla tê wateya; rûdinê azadiyê li çiyan têkoşînkirine. Lê bes li her qadê pêwistiya têkoşînkirine dizane. Di partiyê de erk xebatekî ku pêwiste bicih bê anîn e. Her erkek ji bo şoreşê ye. Wana dixwaz ji ber vê disa berê xwe dide Amedê. Nêzî salekê xebatê xwe parastinê dimeşine. Heta sla 2014’an meha Mijdarê. Bi îxanetekê dikeve destê dijmin. Li Amedê nêzî 7 mehan di zindanê de dimine. Di dema zindanê de xwe di milê erênî gelek pêşdixe û bêkêmasîtiyê xwe de derdixe holê. Dema hate berdan beyî ku 24 saet derbas bibe, bi hesreta gerillatiyê diçe wir. Ew dem rêveberiyên xweser hatibûn îlankirin. Ji ver vê dîsa vesazbûna heval Mazlum ji bo qada xwe parastinê çêdibe. Ev car navnîşana berxwedanê bajar e. Amed ji wan bajaran e ku di dîrokê ji berxwedanê re pêşengtî kiriye. Niha jî ew dîroke ku ji berxwedanên rêveberiyên xweser re pêşengtî dike. Mazlum ruxmê ku bi îrsar bû li çiya di nava gerilla bimine, dîsa vedigere Amedê. Ji bûyerên jiyankiri gelek tişt fêr bibû û tecrûbeyên mezin derxistibû. Di emre xwe ê kin de têkoşînek mezin hilda bû nav de. Hevalê Mazlum, tişta giring ne ew e ku te çiqasî jiyan kiriye, ya giring ew ku te di dema jiyana xwe de çi kiriye û çiqasî bi bawerî tevlî têkoşînê buye. Her mirovî ku pê re diket nava têkiliyê ew bandor dikir, bi xitabta xwe li her deverê bal dikşande ser xwe. Li gel heval Mazlum hemû kes xwe ewle his dikir. Li beramberî bûyeran bi helwestên xwe ên têgihîştî, bi tesbîtên xwe ên befireh hemû kesên li derdora xwe bandor dikir. Di rihê wî de kînek mezin hemberî dijmin hebû. Peyvên wek ‘ez nikarim, ez nakim’ di ferhengoka wî de nin bû, di çîroka jiyana xwe jî ev tişt nîşan me da.
Şahadeta wî hevalê Harûn ku bi wî re tevlî çalakiyê bibû di kurahî de bandorkiri bû. Hevalê Harûn piştî şahadeta hevalê Mazlum hin zêdtir çalak bu û betir berê xwe da têkoşînê. Navê wî ê rast Eyüp Yılmaz bû. Li Amedê di nava malbatek welatparêz ji dayîk dibe. Di temenê xwe ê biçûk de partî nas dike. Piştî demekê ew jî tevlî xebatê xwe parastinê dibe. Dînamîkbûyina wî, rihê wî ê ciwan westandin nas nake, sekinandin çiye nizane, bi vî rihî tevlî xebatan dibe. Ji ber vê di berxwedana dirokî ya Sûrê de dema amadekariyê çalakiyê dike, li pişta xwe mayîn bar dike û di encama tekîna mayînê de di 1’ê Adara 2016’an li herêma Pakrawangeha Amedê tevlî kerwanên şehîdan dibe.
Di şexsê heval Mazlum û Harûn de ez cardin hemû şehîdên şoreşê bi minetî bi bîrtinîm, û soza girêdayinbuyîna bi biranînên wan didim.
Ji bo bîranîna Şehîd Evrim Andok, Şehîd Sinan Duman û Şehîd Şahin Norşin Avesta hatiye nivîsandin.
RÊHEVALÊ WÎ YÊ TÊKOŞÎNÊ