Jinên Ciwan ên ku cih di Akademiya Şehîd Jiyan Amara de digrin berxwedaniya Leyla Guven silav kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedaniya wê ya dîrokî diyar kirin û gotin ku: “Em dixwazin bi Perwerdeya xwe, Berxwedaniya Leyla Guven mezintir bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan ên ku cih di Akademiya Şehîd Jiyan Amara de digrin berxwedaniya Leyla Guven silav kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedaniya wê ya dîrokî diyar kirin. Li Akademiya Şehîd Jiyan Amara Jinên Ciwan perwerdeya îdeolojîk dibînin. Di vê Akademiyê de Jinên Ciwan bi awayekî xweser perwerdeyên dibinîn. 18 hevalên jin li Akademiyê perwerdê dibinin, dewreya wan ev 3’ê roje destpêkiriye. Jinên Ciwanên ên Kurd û Ereb di vê perwerdeyê de bihevre pirsgirêkên civakî, bi taybet rewş û pirsgirêkên Jinên Ciwan di nava Civakê de nîqaş û dahurandin dikin.
Di derbarê perwerdê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan Avaşîn Zagros axivî û got: “Li vir Jinên Ciwan pênaseya Jina Azad a ku çawa Rêber Apo pênasedike, tê şirove kirin hîn zêdetir nas dikin. Bingeha vê perwerdê jî Berxwedana Dîrokî ya Leyla Guven a ku li ser navê hemû Jinên Cîhanê tê meşandin û em dixwazin bi perwerdeya xwe vê Berxwedanê her zindî bikin.
Zagros wiha domand: “Rêber Apo dibêje, ‘Eger jin azad bibe, civak jî azad bibe!’, yanî pêşengtiya vê şoreşê jinin û yên ku didin nas kirin dîsa em in. Avaşîn daxuya kir ku dewreya wan bi coş û moral dewam e û banga hemû dayîk û bavan jî kir ku zarokên xwe rêbikin perwerdeyan.
Pişt re Cewar El-Feris ji Kantona Girê Spî mayîna xwe li qada Ş. Jiyan Amara wiha nirxan: “Armanca me bi hatina vê perwerdê ew e ku em dixwazin rastiya xwe û rastiya Serokatî hîn zêdetir nas bikin fêm bikin. Hevalên me ji hemû deverên xeta Firatê wekî Girê Spî, Kobanê, Tabqa, Reqqa û Dêra Zor in.” Her wiha diyar kir ku ew dixwazin rol û misyona xwe wek jinên ciwan di nav civaka xwe de bi kar û xebatê xwe yê Jinên Ciwan pêş bixin. Jinên Ciwan wê berxwedana xwe mezin bikin û tekoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê xurt bikin. “Em piştgirî didin Rêheval Leyla Gûven û misyona ku wek Jinên Ciwan dikeve ser milê me. em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo di nav civakê de mezintir bikin.
Di heman demê de Endama Akademiyê Hêvîn ku ji Tabqa tevlî dewreyê bûye axivî û wiha got: “Perwerdeya me wê 25 rojan dewam bike. Bi rastî tevlîbûyîna hem kurd û hem jî ereb ji bo me manewiyatekî pir mezin e. Ez ji vê watedarî coş û hêz digirim û wek Jineke Ciwan bi hemû hêza ku min ji perwerdeyê girtiye di nava xebatê xwe yê Yekîtiya Jinên Ciwan de li dijî dagirkeriyê bimeşînim.