Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye, ji ber êşa dil, bêhntengî û êşa giran a serî rakirin nexweşxaneyê. Îba tedawî qebûl nekir û berxwedana xwe didomîne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Yûsûf Îba ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 51 roj in li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye.
Îba ji ber êşa dil, bêhntengî û êşa giran a serî ji nişka ve nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê.
Doktoran xwestin wî tedawî bikin, lê Îba qebûl nekir. Yûsûf Îba çalakiya xwe didomîne.