Girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketina greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, dan zanîn ku heta ku tecrîd bi dawî dibe bedela wê çi dibe bila bibe wê li berxwebidin. Girtiyan destnîşan kir ku divê gelê kurd û hêzên demokratîk jî bi erka xwe rabin û li dijî tecrîdê piştgiriyeke xurt bidin çalakiyên grevên birçîbûnê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Guven kete roja 117’emîn. Her wiha bi heman armancê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî girtî di greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Komên destpêkê yên grevê birçîbûnê yên li zindanan, piştî daxuyaniya Denîz Kaya di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest pê kir. Çalakiyê niha 78 roj li pey xwe hişt. Piştî koma yekemîn, li girtîgeh û di demên cuda de zêdetirî 317 girtî ketibûn greva birçîbûnê. Lê herî dawî jî li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyek da û da zanîn ku di çarçoveya mezinkirina çalakiyê de, li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê weke girtiyên PKK û PAJK’ê dê bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Çalakî berdewam e.
Rewşa girtiyên di grevê de baş nîne
Yek ji girtiyên ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger jî Zeynep Taşgîr a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de tê girtin e. Taşgîr di 1’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Taşgîr bi rêya telefonê agahî da malbata xwe û bal kişand ser rewşa hevalên xwe. Taşgîr destnîşan kir ku rewşa girtiyan ber bi nebaşiyê ve diçe û ev agahî dan: “Ji ronî û deng aciz dibin. Bİ zehmetî avê vedixwin. Serê hevalên me diêşe û mîdeya wan li hev dikeve. Bi gelek pirsgirêkên nexweşiyê re rû bi rû mane. Zextên giran li ser me hene. Îdareya girtîgehê dest daniye ser radyoyên me û em nikarin geşedanan bişopînin.”
‘Divê êdî gel dengê xwe derxîne’
Taşgîr bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana Guven û girtiyan derkevin û wiha domand: “Di şexsê Serokatiya me de her kesî tecrîd dikin. Polîtîkaya înkar, îmha û komkujiyan dewam dike. Ji bo bidawîkirina vê rewşê, divê her kes xwedî li berxwedanê derkeve. Divê gelê me êdî dengê xwe derxîne. Bêyî ku mirin pêk bên, divê cihên ku hûn lê ne dengê xwe derxînin.”
‘Li dijî zilmê ketim greva birçîbûnê’
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Ruhşan Bozan ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê girtin û 79 rojin di greva birçîbûnê de ye, têkildarî çalakiyê name şand. Bozan ku ji sala 2013’an ve girtî ye û 23 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, di nameya xwe de wiha got: “Yekem care ku ez ewqas domdirêj dikevin greva birçîbûnê. Li dijî zilmê, bêrûmetiyê û bêedaletiyê dikevim greva birçîbûnê û serî radikim. Ez bi berxwedanê hurmeta xwe mezin dikim.”
Vîtamînên B1 nadin çalakvanan
Di berdewamiya nameyê de jî Bozan ev tişt destnîşan kir: “Ev tecrîda li dijî mirovahî û rûmetê ya di şexsê Serokatiya me de tê pêkanîn, li ser hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn tê sepandin. Serokatiya me nûnertiya demokrasî, edalet, aştî, azadî û îrade ye. Her roj bedena min dîrhem dîrhem dihele û ez hezkirina dilpakiyê û di canê xwe hîs dikim. Bedela wê çi dibe bila bibe dê mirovahî di dilpakiyê û rûmeta mirovahiyê de bi ser bikeve. Ez bi bawerim ku dê ev berxwedane, zilm û bêwijdaniyê serûbin bike. Ev 20 salin Serokatiya me di tecrîdê de ye. Bi serokatiya me re aştî, azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û gelê kurd tê tecrîdkirin. Tecrîd sûcekî exlaqî ye. Heta zihniyeta ku Serokatiya me tecrîd dike tê şikandin, dê li ber xwe bidin. Rojane rewşa me ya tenduristiyê xerab dibe û nexweşî zêde bûne. Pêdiviyên me yên weke vîtamînên B1 nayên pêşwazîkirin. B12 didin me lê ji ber ku bêhna wê giran e, bikaranîna wê zehmet e. Bijîşkê hepsê ji çend hefteyan carek tê kontrolê. Gardiyan tên revîrê û li tenduristiya me dinihêrin. Em bang li gelê xwe û derdorên demokratîk dikin ku xwedî li berxwedanê derkevin û deng bidin dengê me.”
‘Girtî bi moral, bi hêz û bi bawerin’
Welatiyê bi navê Azîz Şîmdî jî di 5’ê çileyê de tevî 8 girtiyên din, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Şîmdî piştre jî di 2’yê adarê de hate berdan. Şîmdî ku niha jî çalakiya xwe didomîne, têkildarî rewşa girtiyan axivî û wiha got: “Rewşa girtiyan baş bû û silavên wan ji raya giştî re hene. Girtî bi hêz bûn. Lê ji ber greva birçîbûnê, hêdî hêdî kîlo didin û êş ketiye serê wan. Bi hincetên cuda pirtûkan nadin girtiyan. Hêviyeke wan ê mezin ji raya giştî heye. Dixwazin ku gel dengê xwe bilind bike û bi erka xwe rabin. Moral û motîvasyona wan bilind e û dibêjin ku dê dawî li tecrîdê bînin.”