Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan diyar kir, DAÎŞ neqediya ye, lê projeya dewletê tasfiye bûye û got, “Heta ku AKP hebe DAÎŞ naqede. Yê ku DAÎŞ’ê û çeteyên din xwedî dike Erdogan e.”
BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî.
Karayilan destpêkê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemû silav kir û got, “Bûyereke hêsan û ji rêzê nîne. Xwedî wateyeke mezin a dîrokî ye. Wate û rûmeta wê roj bi roj bêhtir tê fêhmkirin û pêl bi pêl belav dibe. Tê gotin ku wê çalakî li zindanan berfirehtir bibe. Bi vî rengî wê bibe berxwedaneke topyekûn.”
Karayilan anî ziman, gelek şoreşger, welatparêz û demokratên nava civakê bi îradeya xwe tevlî çalakiyê bûne û bi bîr xist, herî dawî li Başûrê Kurdistanê Herêm Mehmûd tevlî bûye û got, divê her kes mesaja vê berxwedanê fêhm bike.
TECRÎD NE TENÊ LI ÎMRALIYÊ YE
Karayilan diyar kir, tecrîdkirina Ocalan êşkenceya psîkolojîk, bêhiqûqî, tundî û binpêkirina mafên mirovan e û wiha dewam kir: “Lê belê tecrîdkirina Rêber Apo ne tenê li Îmraliyê ye. Ev sîstema tecrîdê li dijî gelê Kurd tê meşandin. Li dijî gelên Tirkiyeyê û herêmê hemûyan e.”
RASTÎ Û CEWHERA BERXWEDANÊ
Karayilan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê faşîzm heye û got, “Ev faşîzm jî xwe dispêre tecrîdê.” Karayilan anî ziman, bi bidawîkirina tecrîdê re wê faşîzm jî hilweşe û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêber Apo berxwedana li dijî faşîzmê ye, têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê ye. Rastî û cewhera berxwedanê ev e. Me nekarîbû vê rastiyê bi têrkerî ji raya giştî re vebêjin. Ev kêmasiya me ye.”
Karayilan anî ziman, tecrîd weke sîstemeke faşîst zilmê li gelê Kurd dike û got, “Divê gelê me baş zanibe ku bidawîbûna tecrîdê wê çi bi xwe re bîne. Lewma divê xwedî lê derkevin û bêhtir çalakiyan bikin.”
Karayilan ragihand, çalakî wê li zindanan berfirehtir bibe û got, “Divê em tenê lê temaşe nekin. Bi bilêvkirina daxwazên xwe re divê em li şûna xwe nesekinin. Pêwîste em lehengî, fedakarî û îradeya di şexsê berxwedêran de derketiye holê bê bersiv nehêlin.” Karayilan destnîşan kir ku ev yek di heman demê de banga ji bo çalakiyan e û divê bê bersiv neyê hiştin.
Karayilan got, berê li Kurdistanê dema ku bangek dihate kirin, ên ku neyarên hev jî bûn dest ji neyartiya xwe berdidan, bi hawara kesê bang kiriye dihatin û diyar kir, “Yên xwedî bersiv nedidan bangê, ji civakê nedihatin dîtin û ev helwesta wan jî bêrûmetî dihate dîtin. Kevneşopiya gelê me wiha ye. Ya ku niha Leyla Guven dike, bang e. Qîrînek e ku ji kûrahiya dîrokê, ji nava civakê tê. Kurd û Kurdistanî divê her kes vê bangê bê bersiv nehêle. Bi tevlîbûna zindanan hemûyan wê çalakî derbasî qonaxeke nû bibe û eger tevlîbûna yên li derve re çalakî bê xurtkirin wê encamê bigire.”
‘SEKNA LI EWROAYÊ FÊHM NAKIM’
Karayilan got, “Bi rengekî vekirî bêjim; sekna li Ewropayê fêhm nakim” û bi bîr xist, 14 şoreşger li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ne, lê belê mîna ku çalakiyeke ji rêzê ye, tenê serdana wan tê kirin. Karayilan li ser mijarê got, “Ew jî dikarin bi 300-400 kesî dest bi çalakiyê bikin. Fêhm nakim bê çima dest pê nekirine. Çalakiya grevên birçîbûnê ketiye asteke krîtîk. Divê êdî girseyî bibe, tevlîbûn zêde bibe, kes li şûna xwe nesekine û lê temaşe neke. Asta ku niha gihaştiye vê yekê li ser me ferz dike. Eger me got, ‘Ev berxwedan bang e’ wê demê divê em li ser vê bingehê fêhm bikin û bê bersiv nehêlin. Kêmasî jî hebin, lê belê bi berxwedan û daxwaza çalakgeran wê astengî ji holê bên rakirin. Berxwedêran bi axaftinên xwe yên heta niha, bi helwesta xwe ispat kirin ku wê encamê bê bidestxistin.”
‘DAÎŞ’Ê DESTPÊKÊ ÊRÎŞÎ GELÊ KURD KIR’
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de Pêngava Bagera Cizîrê û rewşa li Rojavayê Kurdistanê nirxand. Karayilan diyar kir, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li Rojhialta Navîn rê li ber pêvajoyeke nû vekir û got, “DAÎŞ’ê destpêkê êrîşî Kurdan kir. Ev yek ji bo wan şaşîtiyeke mezin bû. Ji ber ku gelê li Rojhilata Navîn ê herî zêde tê binpêkirin, heqaret lê tê kirin û mafê wan ji dest hatiye girtin, gelê Kurd e. DAÎŞ dema ku hinekî bi hêz bû yekser êrîşî Kurdan kir. Piştre jî êrîşî Ereban, Asûr û Suryaniyan kir. Êrîş bir ser gelan, lê belê destpêkê gelê Kurdistanê kir hedef. Di nava gelê Kurd de jî bi taybetî xwest Kurdên Êzidî ji holê rake.”
BI DESTÊ DAÎŞ’Ê XWESTIN KURDAN TINE BIKIN
Karayilan bi bîr xist, êrîşa destpêkê ya DAÎŞ’ê beriya niha bi 5 salan bû û got, “8’ê Adara 2014’an êrîşî Kobanê kir, piştî 9-10 rojan êrîşê dewam kir û piştre sekinî. Piştre di meha Tîrmehê de êrîş kir û ew jî sekinî. Vê carê 3’ê Tebaxê êrîşî Şengalê kir. Me wê demê dît ku li dijî gelê me, li dijî gelê Kurd êrîşeke tinekirinê ya berfireh heye. Ev êrîş ne hewldana birêxistinkirinê ya rêxistineke ji rêzê bû. Êrîşeke tinekirinê bû ku bi destê dagirker û faşîstan hate kirin. Me ev wate ji êrîşa DAÎŞ’ê derxist. Ji xwe me piştre dît ku DAÎŞ’ê berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Êrîşî Mexmûrê, Kerkûkê kir. Eger pêşî lê nehatibûya girtin wê Hewlêr bi dest bixista. Yanî êrîşî gelê Kurd kir.”
DÎROKÊ GOTINÊN ME PIŞTRAST KIR
Karayilan bi bîr xist, DAÎŞ’ê hêza xwe hemû komî ser hev kir û 15’ê Îlona 2014’an bi rengekî berfireh êrîşî Kobanê kir û got, “Me wê wextê fêhm kir ku ev êrîş ji dagirkeran, ji AKP’ê cuda nîne. Ev êrîş dihat wê wateyê ku bûne maşika dagirkeran. Ji bo hebûna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li Rojhilata Navîn ji holê rabe, derketin holê. Ji ber vê yekê biryara me û ya gelê me no bû û hate dîtin ku ev yek ne tenê li dijî herêmê ye, di heman demê de gefek e li dijî mirovahiyê. Dest diavêtin her cihî, êrîşî her derê dikirin. Komeke çete ya faşîst û zalim derxistin holê. Lewma li ser hin biryarên wê demê hatin dayin hate gotin, ‘DAÎŞ wê li Kobanê bi ser nekeve, li Kobanê wê mal bi mal berxwedan hebe. Kobanê wê bibe Stalingrad. Ev êrîşa li dijî Kobanê wê bibe destpêka şikandin û tinebûna DAÎŞ’ê’. Piştî pênc salan ev yek pêk hat. Dîrokê gotinên me piştrast kir. Êrîşa li ser civaka Êzidî û Kobanê bû destpêka şikestina DAÎŞ’ê, destpêka tasfiyeya projeya dewleta wê.”
Karayilan anî ziman, bi êrîşê re hewl dan gelê Kurd ku gelê herî bindest e û zilm lê tê kirin, ji holê rakin û got, “Yên ku li Rojhilata Navîn herî zêde zilm lê tê kirin Kurd in. Di nava Kurdan de jî herî zêde zilm li Êzidiyan tê kirin. Wan jî hewl dan Êzidiyan ji holê rakin. Ev çawa dikarin bi navê Îslamê xelîfetiyê ava bikin û edaletê belav bikin? Di bin vî navî de hin tişt vedişartin û bi êrîşan re her tişt eşkere bû. Mirovên Îslamî yan jî ne Îslamî her kesî dît ku di vir de sextekariyeke mezin heye. Bi vî rengî nerazîbûneke mezin li dijî DAÎŞ’ê derkete holê. Şerê li dijî DAÎŞ’ê bi ked û xwîna zarokên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî pêk hat û gihîşt qonaxa heyî.
BI PÊŞENGIYA APOYIYAN BÛ SERKETINA MIROVAHIYÊ
Dewleta Tirk ji bo hêzên QSD, YPG’ê re dibêje ‘Ev PKK ye’. Ev nerast e. Di avabûna van rêxistinan û bingeha pêkhatina vê berxwedanê de nêrîn û zîhniyeta Rêber Apo heye. Ev mirov li derveyî PKK’ê ne, lê li ser bingeha nêrînên Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û bi pêş ve dibin. Serketina piştî 5 salan ku wê li Baxozê bê ragihandin, serketina mirovahiyê ye ku bi pêşengiya şervanên Apoyî hatiye afirandin.
TENÊ PROJEYA DEWLETÊ YA DAÎŞ’Ê TÊK ÇÛ
Dawî li DAÎŞ’ê nehatiye. Yên ku bi vî rengî difikirin xwe dixapînin. DAÎŞ naqede, projeya dewletê ya DAÎŞ’ê têk diçe û tasfiye dibe. Paytexta xwe Reqa ket, keleha xwe ya dawî Baxoz jî ji dest diçe. Ti cih di dest de namîne û projeya wê ya dewletê ji holê radibe. Lê belê DAÎŞ hîn jî weke rêxistinekê heye. Dibe ku hin guhertinan bikin, em bi wê nizanin. Lê em zanin ku li hin deverên Iraqê, li hin deverên biçûk ên Sûriyeyê xwe bi rêxistin dikin û çalakiyan dikin. Her roj çalakiyan dikin. Li Sûriyeyê jî, li Iraqê jî çalak in. Hîn zû ye ku bê gotin, ‘DAÎŞ qediya’. DAÎŞ weke rêxistineke çalakger hîn jî heye. Metirsiya wê ya li ser Rojhilata Navîn û mirovahiyê hîn neqediya ye. Ev rastiyek e. Ji ber vê yekê serketina ku hatiye afirandin divê rast were fêhmkirin.
PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE XURTIR HEYE
Ji bo metirsiya DAÎŞ’ê bi temamî ji holê bê rakirin pêwîstî hîn bêhtir bi têkoşîn, hewldan û demê re heye. Rêxistineke mîna DAÎŞ’ê ku bingeheke xwe ya fikrî heye, di demeke welê kurt de naqede, wê hebûna xwe biparêze. Rêxistineke ku li ser fikrên gelekî şaş, li ser bingeheke şaş hatiye avakirin. Piştî vê têkçûnê em nizanin bê çiqasî karibe rabe ser xwe û xwe rast bike yan na. Lê belê bi vî rengî zerareke mezin da gelên Rojhilata Navîn, civata Îslamê û mirovahiyê. Ewqas mirov kuştin. Hejmara mirovên kuştine, yên dîl revandin, li bazaran firotine, hejmara jinên Kurd ên hatine revandin û firotin, ên sax in, nayê zanîn.
YÊ KU ÇETEYAN XWEDÎ DIKE ERDOGAN E
DAÎŞ rêxistineke tundî, zilm û terorê ye û bi vî rengî bû belayê serê mirovahiyê. Lewma bi hêsanî naqede. Heta ku AKP hebe, heta ku li ser desthilatdariyê be wê DAÎŞ neqede. Ne DAÎŞ, ne jî El Nûsra diqede, ji ber ku yê wan xwedî dike Erdogan bi xwe ye. Çi bi DAÎŞ’iyên li Cerablûs û Babê hat? Heliyan an jî bû keldûman û bi hewa ketin? Beşek ji DAÎŞ’iyên li Hecînê şer dikin, yên din jî teslîm dibin û di destê QSD’ê de ne. Baş e yên li Bab û Cerablûsê bi ku ve çûn? Ew tevlî AKP’ê bûn û niha bi hev re tevdigerin. Ya riya xwe diqusînin, ya jî naqusînin lê navê xwe diguherînin. Dema ku DAÎŞ nebe navê xwe dikin El Nûsra, ew jî nebe dikin Nûreddîn Zengî, ew jî nebe dikin Sûltan Mûrad. DAÎŞ’î di bin navên cuda de bi destê AKP’ê hewl tê dayin bên rewakirin. Yê ku vê dike AKP ye. Dinya rojava û hêzên ku xwe hegemon dibînin, heta ku bi ser vê rastiya AKP’ê ve neçin, wê DAÎŞ û çeteyên mîna wê timî li Rojhilata Navîn hebin. Rastî ev e.
Bi gotina ‘Ev li dijî min in, hemû PKK’î ne, dijminê min e’ hewl dide yên li dijî DAÎŞ’ê şer dikin bike hedef. Erdogan vê yekê belasebep nake. Ji ber ku YPG, YPJ û QSD li dijî çeteyên wî şer dikin û projeya bi navê DAÎŞ’ê têk dibin. Ji ber vê yekê dijminatiyê dikin. Heta ku ev rastî ji aliyê raya giştî ya dinyayê ve nehate fêhmkirin, heta ku pêşî li wî neyê girtin wê DAÎŞ’ê her tim xwedî bike û biparêze. Ji bo DAÎŞ bi temamî biqede pêwîstî bi dem û têkoşînê heye.”
PIRSGIRÊKA MAYÎNDETIYÊ PIRSGIRÊKA AKP-MHP’Ê YE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand û bal kişand ser manîpulasyona Erdogan û Bahçelî ya li ser mayîndetiyê. Karayilan diyar kir, pirsgirêka Tirkiyeyê ya mayîndetiyê nîne, lê ya faşîzma AKP-MHP’ê heye û got, “Em dixwazin li Tirkiyeyê guhertinê pêk bîne, Tirkiyeyê bigihîne paşerojeke demokratîk û ronî. Ya ku di nava metirsiyê de ye û pirsgirêka xwe ya mayindetiyê heye, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Radibin rejîma xwe dixin şûna temamiya Tirkiyeyê û dibêjin, ‘metirsî li ser paşeroja Tirkiyeyê heye’. Eger di vê hilbijartinê de mîna berê dengan negirin, rêjeya dengê wan dakeve binê 52 ji sedî, nexasim eger kêmî 50 ji sedî yê dengan wergirin, wê li Tirkiye û dinyayê rewatiya wan bê nîqaşkirin û têk biçin. Ji ber vê yekê dibêjin, meseleya ‘man û nemanê ye’. Ev tespît ji bo wan rast e. Ne ji bo Tirkiyeyê lê ji bo wan meseleya ‘man û nemanê ye’. Kêmî 50 ji sedî yê dengan bigire wê nîqaş li ser rewabûna wan dest pê bike. Ji ber vê yekê ditirsin û hilbijartinê gelekî girîng dibînin.”
BI DIJMINATIYA LI KURDAN DIXWAZE DENGAN BI DEST BIXE
Karayilan diyar kir, hilbijartinên xwecihî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, azadiya gelan, bidawîbûna şerê li Kurdistanê û têkbirina siyaseta faşîzm/qirkirinê ya li ser gelê Kurd girîng in û got, “Axaftin û propaganda hêzên AKP-MHP’ê hemû li ser dijminatiya li PKK û Kurdan e. Erdogan her roj derdikeve pêşberî mirovan û vê yekê bi vekirî dibêje. Bi rojane dibêje, ‘filan û bêvan herêmên me hene, lê cihekî bi navê Kurdistanê nîne. Yên Kurdistanê dixwazin bila biçin Bakurê Iraqê’. Bi rengekî vekirî dijminatiyê li Kurdan dike, bi rêya dijminatiya li Kurdan hewl dide deng ji gelê Tirkiyeyê werbigirin.
XIYANET Û NOKERIYÊ FERZ DIKE
Erdogan êdî meseleya Kurd ji bo xwe girtiye. Berê ji bo dengan jî be hinekî qala Kurdan dikir, hesasiyetên wan didît, lê êdî vê jî nake. Di bin navê ‘rûspiyên Kurd’ de hin kes li hev civand. Ew xayin û noker in. Bila şaş neyê fêhmkirin, ez nabêjim temamiya kesên çûne wir xayin in, lê belê Erdogan dixwaze wan bike xayin. Bi rengekî sergirtî gefê li wan dixwe û dibêje, ‘eger hûn ne bi me re bin, em ê li dijî yên bi Kurdewariyê tevdigerin bêmerhamet tevbigerin’, ji me bitirsin’. Bi vî rengî Erdogan xiyanet û nokeriyê li wan ferz dike. Di nava kesên tevlî wê civînê bûne de yên bi rastî jî xayin in hene, lê ew dixwaze hemûyan bike xayin. Ji xwe bi çavê Kurdan li wan nanihêre. Her roj dijberiyê li Kurd, Kurdistan û PKK’ê dike. Gelek gotinên xwe hene ku vê bi vekirî dibêje. Ji wan re vekirî dibêje, ‘werin, tevlî me bibin, hûn jî bibin Tirk. Dibe ku hûn Kurd bin, lê bibin Tirk’. Ma ne mejiyê Erdogan yek milet, yek dewlet, yek al e? Bi vî rengî hewl dide bi dijminatiya li Kurdan encamê werbigire.
ŞOVENÎZMÊ GEŞ DIKE Û BI KAR TÎNE
Bêguman ev yek bê exlaqî ye, bê terbiye ye û bê wijdanî ye. Nifûsa gelê Kurd a li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon e, lê li gorî nifûsa 80 milyonî ya li Tirkiyeyê zêde nîne. Bi vî rengî dixwaze gelê Kurd bide dû xwe, şovenîzmê geş bike û dibêje, ‘Tirkiye wê parçe bibe, pirsgirêka me ya mayindetiyê heye, hûn birçî jî bimînin, zehmetiyê jî bikişînin ji bo rizgariya Tirkiyeyê dengê xwe dernexînin, em ewqasî fîşekan, çekan, bombeyan û balafiran bi kar tînin’. Bombeyên ku ew dibêje li ku tên bikaranîn? Li dijî Kurdan tên bikaranîn. Li dijî ewladên gelê Kurd, li dijî çiya, gund û bajarên Kurdan tên bikaranîn. Lewma divê haya her kesî ji vê hebe.”
DIVÊ PIŞTGIRÎ JI TIFAQA BAKUR RE BÊ DAYIN
Karayilan bi bîr xist ku rejîma AKP-MHP’ê bi rêya qeyûman dest daniye ser îradeya gelê Kurd a şaredariyan û got, “Ev bi xwe jî ji bo fêhmkirina her tiştî têrê dike. Her Kurdên dibêje ‘Em Kurd in, we îradeya me nas nekirin, we qeyûm danîn ser şaredariyên me’, ji kîjan partiyê dibin bila bibin divê biçin ser sindoqê û dengê xwe bi rengekî rast bidin. Ji bo vê jî lazim e Kurd û hêzên demokratîk bibin yek. Girîng e helwesteke hevpar nîşan bidin û bi hev re tevbigerin. Divê gelê Kurd di nava xwe de bibe yek. Ji xwe bi qasî ku me bihîstiye rêxistinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê tifaqek çêkirine. Em ji vê kêfxweş in. Gelê me divê li cihên namzetên hevpar hatine nîşandan bêhtir bixebite, bêhtir xwedî li wan derkevin. Dibe ku em xwedî nêrînên cuda bin, lê belê ji bo berjewendiyên neteweyî û têkoşîna demokrasiyê divê em bibin yek. Pêwîste em cudahiya navbera xwe rakin. Her wiha divê hîn bêhtir bi girîngî nêzî yên nû tevlî tifaqê bûne bibin. Ev pêwîstî ye. Em bawer in ku gelê me yê welatparêz wê bi vê têgihiştinê helwesta pêwîst nîşan bide û bersivê bide.
‘LI DORA BERXWEDÊRAN BIBIN YEK’
Di vê çarçoveyê de wateyeke hilbijartinê heye, lê ji bilî vê di asta stratejîk de em nanirxînin. Ji bo têkoşîna siyasî, têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna biratiya gelan di vê pêvajoyê de jî divê em helwestê nîşan bidin û têbikoşin. Berxwedana greva birçîbûnê vê rastiyê hîn bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Çapemeniya Tirkiyeyê ditirse ku qala berxwedana greva birçîbûnê bike. Mirovên me ewqasî li zindanan, li erve di greva birçîbûnê de ne, lê nûnerekî wan jî bi vê ve eleqedar nabe. Ev yek jî bi rengekî vekirî nîşan dide bê dewleta Tirk çawa nêzî me Kurdan dibe. Ispata wê yekê ye ku vî gelî, vê civakê tine dibîne. Bê rehm û bê wijdan in. Lewma divê her kes li dora berxwedêrên greva birçîbûnê bibe yek, di hilbijartinan de helwesta pêwîst nîşan bide û bersiva pêwîst bide zîhniyeta faşîzan a qirker. Divê gelê me û demokrat hemû bi şiyara ‘Em tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ tevbigerin.”
DI NAVA SÊ MEHÊN DAWÎ DE TI ENCAM BI DEST NEXISTIN
Karayilan anî ziman, dewleta Tirk sê mehên dawî êrîşên berfireh li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, lê ti encam bi dest nexist. Karayilan got, “Careke din ispat bû ku eger tedbîr bê girtin, bi hesasiyet, baldarî û dîsîplîn nêzîkatî were nîşandan wê ti êrîşên dijmin bi ser nekeve. Ji ber ku dijmin li ser bingeha îstîxbaratê bi teknîkê êrîş dike. Ji bejahî ve nikare li dijî gerîla şer bike. Ew hêz bi dijmin re nemaye, ev êdî ispat bûye. Lewma bi teknîkê dixwaze encamê bi dest bixe. Eger êrîşên dijmin tê têkbiriin, ev yek nîşan dide ku gerîla amadekariyên xwe bi xurtî dike, yanî xwe perwerde dike û li ser projeya jinûve avabûnê kûr dibe. Ji performansa heta niha em vê fêhm dikin. Herî dawî di operasyona Pîranê de jî xuya ye dijmin encam negirtiye. Gerîla li Cûdî derb li leşkerên dijmin ên derketin operasyonê xistin û bi xwe windahî nedan.”
EM DEST BI BIHAREKE NÛ DIKIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan herî dawî got, “Em dest bi bihareke nû dikin. Grevên birçîbûnê gelekî girîng in û gihaştine asta herî bilind. Berxwedana li dijî DAÎŞ’ê gihîşt asta herî bilind û wê serketin bê ragihandin. Li Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hene. Saleke ku bi gelek bûyeran dest pê kir. Rola ku gerîla îsal bi cih bîne, pêşengî ye. Aktorê sereke wê berxwedana gerîla be. Eger gerîla bi vê rêbazê tevbigere û bi rola xwe bilîze, wê têkoşîna azadiyê ya gelê me bi ser bikeve, îsal wê bibe ya gelê Kurdistanê, meşa azadkirina Kurdistanê wê bi ser bikeve.”