Li eniya bakurê Baxozê nêzî 300 çeteyên biyanî yên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kirin.
DÊRAZOR – Di Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de Hate ragihand ku nêzî 200 çeteyên biyanî yên DAIŞ`ê yên Tirk û ji welatên din yên Asyayê ne xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.
Xweradestkirin piştî wê yekê hat ku şervananê QSD`ê operasyonên leşkerî li wê eniyê rawestandin da ku sivîlên di Baxozê de derkevin, her wiha rê ji çeteyan re vekirin da ku xwe radestî QSD`ê bikin.