Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê û Jinên Kobanê di çarçoweya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de li ber peykera Şehîd Arîn Mîrkan de hatin gel hev û çalakiyek li darxistin.
KOBANÊ- Li çar perçeyên Kurdistanê û derweyî welat xebat û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê didome. Di heman demê de ev çalakî vediguhere çalakiyên li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bilindkirina berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê.
Bi vê wesileyê endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê û Jinên Kobanê di çarçoweya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de li ber peykera Şehîd Arîn Mîrkan de hatin gel hev û çalakiyek li darxistin. Jinên Ciwan di çalakiya xwe de 8’ê Adarê diyarî berxwedêr Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin û ji bo wî meşale pêxistin.
Her wiha di çalakiyê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Rodîn Kobanê axaftinek kir. Di axaftina xwe de Rodîn got; “8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê ji bo jinên ciwan rojekî girîng e. Em vê roja pîroz diyarê berxwêdera mezin Leyla Guven dikin. Di heman demê de em diyarê Rêberê Gelan Rêber Apo re diyarî dikin. Em ê bi vê rojê taybet dibêjin ku em ê xwedê li Leyla Guven derkevin. Em wek Jinên Ciwan xwediyê jinên berxwedana zindanan derkevin. Em berxwedana Leyla Guven ji xwe re mînak digirin. Em soz didin ku em ê wê tenê nehêlin û xwediyê wî derkevin. Heya ku armanca wê ya ku heman demê armanca me ye, Rêber Apo azad bibe.”
Çalakiya Jinên Ciwan bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Leyla”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” ve qediya.