Meclisên Jinên Ciwan ya HDP bang li hemû jinan kir ku hemberî polîtîkayên zayendperestî di 8’ê Adarê dakevin qadan.
AMED – Meclisên Jinên Ciwan ya HDP bi şiyara “Jinên Ciwan di greve de ne, li hemberî faşîzmê di berxwedanê de ne” 8’ê Adara hemû jinên li Kurdistan û Tirkiyê pîroz kir û bang kir ku di wê roja hemû kes dakevin qada.
Di 8’ê Adarê de wê jinên ciwan hemberî polîtîkayên zayendperestî hemû lîse û zanîngehan boykot bike û deng bide berxwedana Leya Guven ya ku zêdetiri 117 rojan di greva biçîbûnê de ye.