Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand, hêzên wan li bajarê Babê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn
NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, li ser teqîna îro a li bajarê Babê pêk hatibû daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev çalakî di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên li dijî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrîn, Idlib, Ezaz û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê de pêk hatiye û wiha hate domandin: “Hêzên me di 5‘ê Adara 2019‘an de li bajarê Babê motorsêklêteke bi dewriyeke çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve teqand, di encamê de 5 çeteyên dagirkeriyê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Beriya niha me sivîl agahdar kiribû ku ji bargeh û kombûnên çeteyan dûr bikevin, em vê gotinê careke din dûbare dikin, ji ber ku her kombûneke çeteyan dê ji aliyê hêzên me ve were hedefgirtin. Her wiha em çeteyan hişyar dikin ku li xaka me ya paqij nemîne an ew ê lê werin definkirin.
Wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, em teqez kirin ku çalakiyê me li dijî kesên ku destê wan ketiye xwîna şêniyên Efrînê pêk bînin û tola wan hilînin.”