Tîma bi navê El Bisêra di turnovaya şehîdên Dêrezorê ya futbolê de bi ser ket.
DÊREZORÊ- Îro li Dêrezorê tîma El Bisêra di turnovaya şehîdên Dêrezorê ya ku 14 leyîstokên ku di mal û deplasmanê de hate leyîstin de bû yekemîn.
Maça dawî ya Turnovayê li stada Yekîtiya Werzîşê ya bajarokê Sifêra ya Dêrezorê hate li dar xistin. Bi dehan ciwanên Dêrezorê beşdarî turnovayê bûn. Gelek kes jî ji bo temaşekirinê hatin stadê.
Îro jî bi tevlîbûna hemû tîmên ku beşdarî turnovayê bûne, maça dawî hate lîstin û tîma El Bisêra qezenckirin bi dest xist û ji aliyê Desteya Ciwanan û Werzîşê di meclisa Dêrezor a sivîl û Yekîtiya Werzîşê ve hate bi nav kirin û kupa û madalyayan dan ji hemû tîmên beşdar bûne.
Her wiha ciwanan piştê Turnovayê şahiyek li dar xistin.