Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “5’ê Adarê saet navbera 09:30 û 10:30’î balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li deverên Gundê Filleha, Şikefta Birîndara, Cîlo yê Biçûk û Karker ên herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşt hêzên me.”