Di van rojan de li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî xaka Suriyeyê hebûna çeteyên DAÎŞ’ê xilas dibe. Helbet ji bo paqijkirina çeteyan ji xaka Suriye’yê pêngava Dêrezorê gelek girîng bû. Niha çavê hemû cihanê li ser li gundê Baxoze ku QSD’ê çiqav daxuyanî bide û xilaskirina çeteyan ji axa Sûriye îlan bike. Lê mirov vê derê de pêvîste bal bikşîne li ser Berxwedana Kobanê ku DAÎŞ cara yekem di vê derê de şikandin jiya.
KOBANÊ– Di van rojan de li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî xaka Suriyeyê hebûna çeteyên DAÎŞ’ê xilas dibe. Di pêngava dawî ya tunekirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li gundê Baxoz a Dêrezorê şer hêdî hêdî dawî dibe. Çeteyên DAÎŞ’ê ku bi dehan dewlet pê nekarî li beramberî şervanên QSD, YPG û YPJ’ê de têk diçe û xwe radestê şervanan dikin. Heya niha bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê ya ku piraniya wan bi rêyên Tirkiye derbasî Sûriye bûne xwe radest kirin.
Berxwedana Kobanê şikandina yekem a çeteyan bû
Helbet ji bo paqijkirina çeteyan ji xaka Suriye’yê pêngava Dêrezorê gelek girîng bû. Ji dîrokê re jî navê xwe wisa nivîsand. Niha çavê hemû cihanê li ser li gundê Baxoze ku QSD’ê çiqav daxuyanî bide û xilaskirina çeteyan ji axa Sûriye îlan bike de ye. Lê mirov vê derê de pêvîste bal bikşîne li ser Berxwedana Kobanê ku DAÎŞ cara yekem di vê derê de şikandin jiya.
Di nav şer de her tim têkçûn an jî şikandina yekem li ser encama dawî de bandorek mezin dike. Ji ber ku ev girêdayê psîkolojiya şer e. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li Kobanê têk çû di çeteyan de psîkolojiya ku li hember hêzên Berxwêder de ku di nav de şervanên YPG, YPJ, HPG, YJA-Star, Ciwanên Bakurê Kurdistanê, Şervanên MLKP û BOG’ê, Cebhet El Ekrad hebû nikarin berxwe bidin ava bû. Ew çeteyên hov ku tiştê derveyî mirovatî dikirin dema berxwedanek bêhempa li hemberê xwe dîtin hêdî hêdî perçe bûn.
DAÎŞ çima êrîşê Kobanê kir?
Çeteyên DAÎŞ’ê ku bi piştgiriya dewletan, bi taybet jî bi alikariya dewleta Tirk a dagirker ket Rojhilata Navîn di destpêkê de êrîşê Kurdan kir. Di 8’ê Adara 2014’an êrîşî Kobanê kir, piştî 9-10 rojan êrîşê dewam kir û piştre sekinî. Piştre di meha Tîrmehê de êrîş kir û ew jî sekinî. Ji bo çeteyan û dewleta Tirk Kobanê cihekî stratejîk bû. Kobanê him di navenda Kantonan de bû him jî çete dikariyan li ser vê sînorê ji Riha piştgiriya lojîstikê û cepxaneyê bigirin. Ji ber vê jî êrîşa yekem ji vir destpêkir. Di êrîşên yekem de li hemberê xwe berxwedanek dît, ji ber vê dan sekinandin û êrîşa Şengalê kirin piştre hemû hêza xwe kom kirin û 15’ê Îlona 2014’an êrîşê gundên Kobanê kir. Di destê şervanên YPG û YPJ’ê de çekên giran tunebû, lê DAÎŞ bi hemû çekên xwe yên giran û bi tank û topan êrîş kir.
Xeyalên serokçete Erdogan pêk nehatin
Ji destpêkê êrîşê ve vekirî xuya dikir ku çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya Tirkiye ketibû Kobanê. Ji ber vê bû jî serok çete Erdogan di nav pêvajoyê de her tim di axafitinê xwe de digot “Kobanê ket ha ket”. Lê şervanên Kurd bi vînekî mezin, bi derfetên gelek kêm berxwedanek mezin nişan dan. Tu carî xwe venekişiyan. Ji xeynê Gelê Kurd tu kesî alîkarî nexwestin. Ev berxwedidan û hêvî dikirin jî ku Gelê Kurd xwediyê wan derkeve. Ev hêviyê wan bêbersiv nema û di dîroka 6-7-8’ê Cotmehê de Gelê Kurd û dostên wan li herderê bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê rabûn serhildanê. Ciwanên Kurd xwe lêdan sînoran û sînor xirakirin, beşdarî berxwedana Kobanê ya dîrokî bûn. Ev di şervanan de moralek mezin ava kir û vîna wan xurtir kir. Di heman demê de di çeteyan de jîn binketinekî mezin a psîkolojiyê hate jiyîn.
Şopên kêmderfetan û berxwedana bêhempa hêj zindî ne
Piştê serhildan û derbasbûna ji sînor pêk hat di nav cihanê de jî dengek veda. Ji ber ku DAÎŞ ji bo hemû gelan xeter bû û ber wê jî kes nesekînibû berxwedana YPG-YPJ’ê îtibarek mezin ji Kurdan re anî. Pê re alîkarî jî destpêkir û çeteyên DAÎŞ’ê him vekişiyan him jî ber bi têkçûna dawî ve çûn. Êdî di wan dêrûniya ku şervanên Kurd wê tola xwe bigirin ava bû. Herî zêde jî ji jinên Kurd tirs destpêkir. Heya niha li pêşberê xwe vîna Şehîd Arîn Mîrkan nedîtibûn. Nizaniyan ku şervanên Kurd bi keviran, bi molotofan, bi bomeyê destan, bi kleşan wana binbixin. Şopên vê berxwedanê ku bi kêmderfetan pêkhat hêj li her derê Kobanê zindiye. Kleşên hatine bikaranîn, guleyên hatine avêtin û gotinên hatine nivîsandin hêj li vê bajarê ye. Avahiyên ku şervanan yek biyek, sing bi sing şer kirine di vê qadê de çavvekiri xuya dike.
NC-Hamza Munzur/ Mazlum Kobanê