Akademiya Şehîd Hozan Can a li Girêspî dewreya 19’mîn a bi navê Şehîd Mematî dawî kir.
GİRÊ SPÎ- Akademiya Şehîd Hozan Can a Ciwanan li Kantona Grê Spî dewreya xwe ya siyasî û leşkeri a 19’mîn a bi navê Şehîd Mematî bi beşdarbûna dehan saxiyên sîvîl û leşkeri dawî kir.
Dawîkirina dewreyê bi deqqeyekî rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê destpêkir. Piştê rêzgirtinê axaftina hate kirin. Li ser navê QSD’ê Ebu Salih El Hindawî û bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriyeyê Îsmail El Xidir axivî.
Di axaftinan de ciwanên ku dewreye Şehîd Memati dawîkirine hatin pîrozkirin. Piştre hate gotin ew wek hemû hêzên vê qadê de amade ne ku li dijî êrîşên li ser axa Girê Spî û tevahî Bakurê Suriyeyê axa xwe biparêzin.
Di dawiyê girtinê de endamên Akademiyê li ser gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê şanoyek pêşkeş kirin.