“Şoreşgerî, serînetewandin e. Ji bo ku baweriya xwe pêk bîne, bar li vîna xwe bûnê ye. Welê ku, baweriya tu dîwar tuneye ku vîn û cehd wê hilneweşîne ye. Û di vê oxirê de dil û wêrekiya heya dawiyê çûyînê nîşandan e.
“Şoreşgeran, mirovên azad in, bîryarên azad didin û bi azadî nîqaş dikin. Bibîryarbûnê şûnde jî kesayetên ku vê bi rêzkarî didin meşandin in”.
Û em dizanin yekîneyên kesên ketine vê rê jî;“ yekîneyên azad in; yekîneyên azad jî, bi azadî bîryardayînê û bibîryarbûnê tîne“.
Em bizanibin ku; “pêla şoreşê jî ne ji êş û mirinê re, ji rizgariyê re dibe. Em dîsa bizanibin ku “Hînbûnan, dij-berxwedanên yê herî mezin e û dij-şoreşgeriyê ye“. Û helbet were zanîn ku “Jiyana şoreşgerî, karê hostayên ên mezin in“.
Û heke em bixwazin bibin hîn pêştirê jî; “Şoreş, zelalkirina hundirê mirovan e, pêşxistina zexmîtiya ya mirovan e“. Û weke ku tê fikirîn nîne; ango “Egîdî, bi hembêzkirina lewaziyan û wê rûpoşkirinan re wê wek tiştek din nîşandan nîne; egîdî, li hemberî dijmin hêza xweragirtin e û bîreweriya şoreşê nîşandan e”.
Û ji hemû şoreşên cîhanê em dizanin ku; “Şoreşgeran, xwediyê rûmet in û ji bo ku giramiya kesên din neşkînin, heke mecbur nebin peyveke giran jî nabêjin.“
Di vî warî de şoreşgerî, karekî azweriyê ye. Bi azweriyek mezin, navê li hemberî her cureyên serîtewandin û mêtîngerî û xulamkirinê bi hêrsek mezin tolgirtinê ye.
Û em dizanin ku, “Heke kesek şoreşger bibe, ji bo şoreş di wesfekî ji her tişt re bibe bersiv de bibe”.
Belê, şoreşgerî ev e.
Şoreş jî, hemû nirxên ku ji gelên me hatine girtin, di esasê de hatine dizîn, bêyî ku hincetan derxin pêş çalakiya bi paş ve girtin e. Eşkereye ku ev jî bi wateyek micid ve wê bê kirinê.
“Şoreş, bi tevî hêrs, xişm û tûjahiya nêzîkatiyê, hewlek têrker û serobinobûn ve, pergal û hostahiya li hemberî her tiştê bersivdayîn e.“
Riya vê jî, bi xwedîbûyîna hêrs û tolek mezin û serve ve pêkan e. Û em tenê bi tol ji dijmin girtinê re vê nikarin bînin cih. Tola herî mezin bi perçekirina zencîrên xwe ve wê pêk were.
Belê, ji bo vê jî em dibêjin ku,“Kesayeta xwe ku tevdeya teybetmendiyên me yên nayê pêjirandin û ji nasnameya neteweyî û civakî dûr, xistina riya rast helwesteke şoreşgeriyê ye“.
Dijmin, heya moxên me, me atomîze kiriye û perçe kiriye. Şoreş, di heman wextê de ji ber ku tê wateya me veguherandina molekûl û ji molekûlan jî veguherandina teşeyeke nû a civakiyê, ji bo vê jî bi dijwarî derbas dibe. Bila were zanîn ku, kesên ku kesayeta xwe nikarin ava bikin, nabin şoreşger. Yên ku ne şoreşer bin jî, her û her îxtîmal heye ku serî bitewînin. Ji kesayetên stûxwar, vînşikestî û perçebûyî re jî hêzên zordest, heqaretên her cure wek mafên xwe dikarin bikin.
Belê, were zanîn ku, heke yên ku serî didin tewandin hêzên zordest bin, yên ku ji vî tiştî re rê vedikin jî rasterast em in, hînbûnên me ne, bi kêmahî girtin dest e, vîndarnebûn e û xwe ji bindestbûnê re vekirî hîştin e.
Belesebep nayê gotin; “ Heke tu bibî Hîndîstan, yêkî jî were bibe Îngîlîstan“.
Mêtîngerî û faşîzma Tirk, dixwaze me ji me hilgire. Da ku em wek xwe nebin, çi ji destê wan tê dikin. Ji bo me ji mirovahiyê derxînin heqaretên her cureyî li me dibarînin.
Bi ser de ji bo ku xwe li ser piyan bihêle rojane derewan dihilberîne. Êrîş dike lê dibêje êrîş dikin me. Didize lê diqîre ku ji wan hatiye dizîn. Dagir dike lê derewa dike ku hatine dagirkirin. Lêdixe lê dibêje li me dixin.
Kesê ku bi navê Soysuz mîna misilmanê sexte Erdogan, tiştên ku kirî diavêje stûyên din. Welê ku, sonda şikandina vîna herkesî xwarine lê dibêjin dixwazin vîna me bişkînin. Sonda serîtewandina herkesî dixwin lê, bi gotina “ME LI HEMBERÎ WAN MEHCUP NEKIN, LI HEMBERÎ WAN SERÊ ME NEDIN TEWANDIN“ ve dixwazin serê tiştên ku kirine bigrin.
Were zanîn ku jehrkuja van derewan û dêkûdolaban meşa tolhildanê ya şoreşê ye. Bi inyad jiyîn e, him jî bi ji sekna bel gavek paşve neavêtinê ve jiyîn e.
Bila were zanîn ku, em ji bo ku ji me yekî serê xwe li pêşiya me bitewîne neketin têkoşînê. Serîtewandin, teybetmendiya dagirker, mêtînger, faşîst û sadîstan e.
Lêbelê me sond xwariye ku li hemberî kes û saziyan ku dixwazin serê gelên me bitewînin, heya dawiyê têbikoşin. Me tenê sond jî nexwariye, deynê stûyên me ye jî ku gelên me ji destê wan rizgar bikin û azad bikin.
Em sondxwarî ne ku, hemû xweşikahî, hezkirin û hemû mirovên xweş ku ji me hatine dizîn, ji wan bigrin. Em sondxwarî ne ku, jiyana ku ji me hatiye dizîn û hatiye wendakirin peyda bikin.
Û sonda me ewqas mezin e ku, heya ku hemû mêtingeran, dagirkeran û faşîstan ji welatê xwe biqewirînin wê bidome. Ev bila deynê stûyê be.
Weke ku helbestvanek gotî;
“…
Li zagona me
Deriyên qedexe ku Mifte hatiye birandin
Şikenandin nîne
Vekirin heye
Av
Xurexur
Herikandin heye
Û hemû mirovan
Mirovane dan jiyandin heye
Li zagona me
Xwîn
Barûd
Agir
Mirin
Nîne
Û wê nebe
Azadî û biratî heye!“ em bêjin û tevlî refên têkoşînè bibin…”
KASIM ENGÎN