Koordînasyona YPS-JIN bi daxuyaniyek nivîskî 8’ê Adarê li tevahî, jinên berxwedêr, jinên kedkar û jinên cihanê pîroz kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona YPS-JIN bi daxuyaniyek nivîskî 8’ê Adarê li tevahî, jinên berxwedêr, jinên kedkar û jinên cihanê pîroz kir. YPS-JIN diyar kir ku, bi reng û tarzê jin ev berxwedan di pêşengtiya Leyla Guven destpêkiriye û bi Nasiran, Fadileyan berdewam kir, û ew ê dîsa bi berxwedanê diwarên Îmraliyê derbas bike, û dengê wan bigihînine mimarê jiyana azad Rêber APO.
Daxuyaniya YPS-JIN derbarê roja 8’ê Adarê û Berxwedanê de wiha ye:
“Di pêşengtiya Jina ku jiyanê û civakbûnê avakiriye mirovahî bi hezaran salan azad jiyankiriye. Fikrandina jinê ya zirav û bi sadebûn xwe hem têkiliyên nava mirovan hem jî têkiliya navbera mirov û xwezayê de bingehek azad avakiribû. Li dijî vê fikrandina zilam ya kurnaz û derewîn pêşket û bi şaristaniya desthilatdar-dewletperest jinê xist bin hûkma xwe û vîna wê pelçiqand. Bi vî awayî jiyan hate jarkirin û civak hate perçe kirin. Ji ber asta azadiya jinê di heman demê de asta azadiya civakê ye jî.
Îro jin li her derê Rojhilata Navîn li dijî barbartiya DAİŞ û li dijî faşîzma Akp-Mhp têkoşînek mezin didin meşandin. Kevneşopiya berxwedanê ku bi Roza Luksemburgê destpê kir, bi rêhevala me Sakine Cansiz’a berdewam kir û bi Zeryanan, Berfînan, Nucanan û bi Rozerinan gihişt zîrwe. Di serdema jin de, qasî ku jin di dema xwe de tovên azadiyê bi berxwedanê şîn dike, ewqasî jî di vê deme de berxwedana jinê giringe û bi wateye.
Bi reng û tarzê jin ku di pêşengtiya Leyla Guven berxwedan pêşket û bi Nasiran, Fadileyan berdewam kir, wê diwarên Îmraliyê derbas bike, û dengê me bigihînine mimarê jiyana azad Rêber APO. Berxwedana ku di pêşengtiya Leyla Guven destpê kir bi 1’ê Adarê li tevahî zindanan gûr bu û hin mezintir berdewam dike. Em berxwedana rêhevalên me ku gav bi gav bedana xwe dihelîne û dibin şopdarên Semayan, Kemalan û Zilanan silav dikin.
Jinan li dijî zihniyeta fazîmê ya kedxwar-desthilatdar û koledar bi berxwedan bersiv daye. Em wek şervanên jin yê Rêber APO berxwedanê li her deverê cihanê belav dikin. Em ê li beramberî sal û demên ku derbas bûne bi dema jinê û şoreşa jinê bi baharbûnê li Kurdistanê azad bijîn. Wek rêhevalên me jî gotiye, çîruska ku rêheval Leyla pêxistiye, em wek jin, em ê bi meşaleyan mezintir bikin. Li ser navê YPS-JIN em hemû şehîdên jin yên di berxwedana rêveberiyên xweser de şehîd ketin bi bîrtînin û jinûve soza serkeftina têkoşîna me didin.”