Jinên Ciwan rê li trafîkê girt û bi sloganên wek ‘Leyla Guven rumeta meye’,’Bê deng nemine, bêdengî dikuje’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bal kişand ser berxwedanên grevên biçîbûnê.
AMED – Bi wesileya 8’ê Adarê roja jinên kedkar ya cihanê Meclisa Jinên Ciwan ya HDP’ê li Amedê belavok belavkirin, piştre rê li trafîkê girtin. Jinên Ciwan li kolana ofîsê destê hevdu girtin û rê li trafîkê girtin. Jinên Ciwan bi sloganên wek ‘Leyla Guven rumeta meye’,’Bê deng nemine, bêdengî dikuje’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bal kişand ser berxwedanên grevên biçîbûnê.
Endamên Meclisa Jinên Ciwan ya HDP’ê li Amedê çalakî pêk anîn. Li herêma ofîsê, kolana hunere li nêzî şubeya Leşkerî jinên ciwan belavok belavkirin. Piştî belavkirina belavoka jinên ciwan destê hev girtin û bi vî awayî rê li trafîkê girtin û sloganan avetin.