Li Wêranşara Rihayê ji 9 kesên hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên li qereqola cendirmeyan, sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Li navçeya Xelat a Bedlîsê jî 6 HDP’yiyên ku dema li şûna afîşên hatin çirandin yên nû bi cih dikirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û wan birin midûriyeta emniyetê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wêranşara Rihayê ji 9 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin. Li Xelata Bedlîsê jî 6 HDP’î hatin binçavkirin.
Li Wêranşara Rihayê ji 9 kesên hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên li qereqola cendirmeyan, sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Hişman Cîn, Mûrat Çalagan, Serdar Dodikanli, Faysel Adal, Denîz Ûlûmasan, Îbrahîm Halîl Kûdîn, Şeyhmûs Egemen, Îsmaîl Yetkîn û Sadet Çeken li dozgeriyê îfade dan. Dozgeriyê , Yetkîn, Adal, Dodikali, Çalagan û Çeken hatin berdan û Denîz Ûlûmasan, Îbrahîm Halîl Kûdîn, Şeyhmûs Egemen û Hişman Cîn bi îdîaya ‘Heqaret li dewletê kirine’ û ‘Propagandaya rêxistinkirinê’ sewqî dadgehê kirin.
Dadgehê biryara girtina 4 kesan da û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê.
LI SÊRT Û BEDLÎSÊ AFÎŞÊN HDP’Ê HATIN RAKIRIN
Piştî li Sêrtê ê afîşên HDP’ê yên li ser bîlbordan hatin rakirin vê carê jî li Agirî û navçeya Tetwan a Bedlîsê jî afîşên HDP’ê yên li ser bîlbordan hatin rakirin. Piştî Sêrtê, vê carê jî li navenda Agirî û navçeya Tetwan a Bedlîsê afîşên HDP’ê yên li ser “Azadî bi xwerevebirinê dest pê dike” û “Ya Me Ye” nivîsandî ji aliyê polîsan ve hatin rakirin.
LI BEDLÎS 6 HDP’YI HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Xelat a Bedlîsê jî 6 HDP’yiyên ku dema li şûna afîşên hatin çirandin yên nû bi cih dikirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û wan birin midûriyeta emniyetê. Kesên hatin binçavkirin ev in: Mesût Gunbay, Erhan Gunbay, Ziver Gunbay, Semseddîn Gunbay, Cevdet Gunbay û kesekî navê wî nehat hînbûn.