Ciwanan li paytexta Fransa Parîsê li avahiya Rêxistina Efû ya Navneteweyî çalakî kirin.
PARÎS – Ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanî li paytexta Fransa Parîsê li avahiya Rêxistina Efû ya Navneteweyî çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de ciwanan pankarta ku berxwedêrên Strasboûrgê li ser vekirin, dosyaya têkildarî grevên birçîbûnê radestî rêveberan kirin.
Di hevdîtina ciwanan a bi nûnerên saziyan re 4 daxwaz hatin kirin:
-Li ser grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên çalakanên li dijî tecrîdê ketine grevê daxuyanî bidin.
-Rêxistina Efû ya Navneteweyî divê serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê bikin, yek bi yek bi çalakvanan re bicivin.
-Rêxistina Efû ya Navneteweyî bang li Yekîtiya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) bi erka xwe rabin.
-Rêxistina Efû ya Navneteweyî divê daxwazên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên li Tirkiyeyê erê bike, ji bo tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah bi dawî bibe bang bike.