Ajansa me gihişt îdîayên ku alîkariya dewleta dagirker a Tirk ji bo çeteyên DAIŞ’ê pişterast dike. Li gorî îdîayên ku ketiyê destê me; Çeteyên DAIŞ yên di şer de birîndar bûne li nexweşxaneya taybet ya Edenê a ‘Medline’ ji milê dewletê vê tê dermankirin. Her wiha tê gotin ku çeteyên DAIŞ ên hatine binçakirin jî li vê nexweşxane ye.
EDENE – Ji sala 2014’an heta niha dijminê mirovahiyê DAIŞ gelek qetliam pêk anîn û niha jî li Dêrazorê ji milê Hêzên Demokratîka Sûriyê (QSD) vê li navçeya Baxozê hatiye dorpêçkirin. Êdî çeteyên DAIŞ ku hêza wan nemaye teslîmî QSD’ê dibin. Çeteyên biyanî ku li ser Tirkiyê derbasî Sûrî bune, dîsa dixwazin wegerin Tirkiyê, di ragihandinê hertim ev yek derket holê.
Li gorî agahiyên herêmî ku ketiye deste ajansa me; Çeteyên DAIŞ’ê li mala şaredariyê de li kolana Turgut Özal Boulevard ku li Çukurovayê ya Edeneyê nexweşxaneya taybet a Medline heye, tên dermankirin. Li gorî îdîayan gelek serçete jî di nava çeteyên ku birîndarin hene. Ji bo wan çeteyan li jêrzemîna nexweşxaneyê klînîka veşartî hatiye avakirin. Tê gotin ku di demen dawî de bi giranî helikopter ji emniyeta nêzî nexweşxanê kesên birîndar aniye klînîkê.
Nava agahiyên ku ketiyê destê me Valiyê Edenê û Mûdurê Emnîyetê gelek caran hatine mêvandariya nexweşxanê.
Dîsa di rojên dawî de polîsên ku li navçeya Yuregîr çeteyên DAIŞ’î girtibû ji bo kontrola tendûristî anîne nexweşxaneya Medline.