Bi dirûşma “Bi pêşengiya Leyla Guven em ê berxwedanê bilind bikin û bi azadî bi serok re bijîn” îro jinên Efrîn û Şehbayê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.
ŞEHBA- Bi dirûşma “Bi pêşengiya Leyla Guven em ê berxwedanê bilind bikin û bi azadî bi serok re bijîn” îro jinên Efrîn û Şehbayê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.
Şahiya ku li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hate lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran jinan bi meşekê dest pê kir, di meşê de jinan berxwedanû têkoşîna jinên Efrînê silav kir.
Şahiyê bi axaftinan dewam kir, bi navê Kongreya Star û Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftin hatin kirin, di axaftinan de soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.
Piştî axaftinan Koma Berçem a stranan, Koma Hêva ya stranan, Koma Soran a dîlanê ku girêdayî Kevana Zêrîn in, stran û govend pêşkêş kirin, her wiha hunermend Nîroz Silêman jî hin stran pêşkêş kirin.
Di nava çalakiyên şahiyê de dengê def û zirneya Efrînê jî bilind bû û jinan bi çoşeke mezin pêşwazî kir. Şahiya jinên Efrîn û Şehbayê bi gerandina dîlanê û dirûşmên bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.