Rêbertî dibêje; “Ez PKKê nasdikim, têkneçûyî ye“. Ev perspektîf xwe bi dehan caran peyîtandiye. Di şexsî Apociyên wek Kemalan, Xeyriyan, Mazluman û Sakineyan ku di girtîgehek biçûk de hatibûn hijiqandin, destana têkneçûnê hatiye nivîsandin. Rêbertî, di derbarê çalakiya heval Bêrîtan de gotibû; “Çalakiya şoreşger, çalakiya ku dîrok sererast dike ye”. PKK’ê ku xwediyê hezar çalakiyên dîrok sererast kirinê ye, têkneçûyî ye. Gelek kes îdia kiribûn ku wan PKK’ê têk biriye û xwe di bin gotinên “qediyan, diqedin, ketine û dikevin“ de vedişartin, ji verîşîn û têkçûnê xelas nebûn. Jiyana siyasî yên gelek serokomar, serokwezîr û wezîran ku behsa qedandina PKKê dikirin xelas bû lê PKK’ê beravajî vê her ku çû mezintir bû. Şervanên PKK’ê, bila biçek bin an jî bêçek bin di bin her şert û mercan de ji doza Kurdistanê û Rêbertiyê re dilsoziya xwe nîşan dane û li berxwe dane. Rêbertî, di bin tecrîda girankirî de zindana Îmraliyê kiriye wek kozika berxwedanê. Her çiqas armanca Qomploya Navneteweyî paqijkirina PKK’ê jî bibe, li hemberî xwe Rêbertî û PKKê ku hîn xurtir dît.
Dewleta TC, li hemberî PKK û gerîla bêçare ye. Weke her carî li hêviya teknolojiyê dimînin lê gerîlayên PKK’ê bi çalakiyên xwe ve dibêje “teknîka herî mezin mirov bi xwe ye“. TC’ê ku xwe wek artêşa herî mezin a NATO’yê nîşan dide û pesna xwe dide, li hemberî PKK bi sedan balafirên şer û diravnameyek bêdawî dihewîne, li hemberî cehd û bibîryarbûna gerîla ketiye nava heriyê. TC, hê du-sê sal berê difikiriya ku bi destê DAÎŞ’ê hemû plansaziyên xwe li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi hêsanî pêk bîne lê li hemberî tektîkên gerîlayên profesyonel niha bi tenê û tenê di hewla parastina qerekolan de ye. Êrîşkirina bêplan, di şer de tê wateya paxavê. Paxava TC’ê jî ew e; pêşketinên ku di Şerê Cîhana Sêyemîn de wê were jiyîn, bi Şoreşa Rojavayê re bandora xwe bi Bakur jî bike. Ji ber vê yekê her û her êrîşê gel û gerîla dike da ku vîna wan were şikandin. Ji bo ku gel bitirsîne û arîşena gel xera bike çi ji destê wê tê dike. Borezanên vê polîtîkayê jî hene helbet. Serekê wan borezanan Soysuzê ku polîsen xwe yên hov şandibû ser Dayikên Şemiyê. Soysuz, her çiqas li hemberî PKK’ê bi dehan caran serkeftin îlan kiribe jî, ji bo ku gel deng bide bi lavakirinê dibêje “Me li hemberî Qendîlê nehetikînin“. Di esasê xwe de ev îfadeyên Soysuz, mukirhatina têkçûyînê ye. TC, ji bo ku bikaribe êrîşê PKKê bike gel birçî hişt lê li hemberî PKK’ê gavek pêşde jî neçûye. Welatparêzên Kurdistanê, dibe ku gavek paşde avêtîbin lê serî netewandine. Berxwedana gerîla jî li holê ye. Ji bo ku gerîla bêtevger bihêlin teqemeniyên milyon dolarî anîn lê gerîla bi rê û rêbazên pratîk bi hostayî li wan dixe. Yê ku Soysuz aciz dike jî rastiya vê berxwedanê ye. Lêbelê heke ji mezinên xwe û şefên gladyoyê re pirskiriba, ji Soysuz re gotibana “PKK, têkneçûyî ye“. Soysuz, xwe ceriband. Her ku got “PKK qediya“, gerîla bi awayekî bitebat bersiv da. Niha dora gelê kedkar a Kurdistanê ye. Divê gelê Kurdistan kayiman bişîne cem Soysuz.
NURHAK AMANOS