Li avahiya HDP’ê parlementerên HDP’ê jî di nav de 10 kesan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Îro bi şev polîsan avêt ser avahiya partiyê û deriyê avahiyê şikandin.
AMED – Polîsan avêt ser avahiya HDP’a Amedê. Di dema avêtina ser avahiyê de polîsan deriyê avahiyê şikand û ketin hundur û parlementerên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Mûrat Sariç derb kirin û 7 çalakgerên greva birçîbûnê jî binçav kirin.
Li avahiya HDP’ê parlementerên HDP’ê jî di nav de 10 kesan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Îro bi şev polîsan avêt ser avahiya partiyê û deriyê avahiyê şikandin. Polîsên ku danê êvarî hatin ber avahiyê, çembera ku ji parlementerên HDP’ê Mûsa Farisogûllari, Semra Guzel, Remziye Tosûn, Selçûk Mizeakli û Ebrû Gunay pêk dihat, bi darê zorê ji hev veqetandin û ketin hundurê avahiyê. Polîsan derî û paceyên avahiyê şikandin û ketin hundur.
PARLEMENTER HATIN DERBKIRIN
Di dema avêtina ser avahiyê de, polîsa parlementerên HDP’ê yên Wanê Tayip Temel û Mûrat Sarisaç ku îro dest bi greva birçîbûnê kirin derb kirin û her wiha 7 çalakgerên di greva birçîbûnê de jî binçav kirin. Di dema avêtina ser avahiyê de derî û paceyên avahiyê hatin şikandin. Parlementer Ebrû Gunay, anî ziman ku ew nikarin têkevin avahiyê û xwe bigihînin hevalên xwe. Dorpêça li dor avahiya partiyê didome.