Ji 25 gundiyen ku di 5’ê Adarê de li Gundê Şapo yê Mûşê hatibûn binçavkirin jê 11 gundî hatin girtin.
MÛŞ – Eskeran di 5’ê Adarê de bi ser gundê Şabo yê Navçeya Milazgîrê yê Mûşê de girtin. Eskeran di serdegirtina gund de 25 welatî binçav kirin. Eskerên bi ser gund de girtin, li malan lêgerîn kirin û alavên malan tev li hev kirin.
Eskeran 25 kesên binçav kirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Milazgîrê. Welatî Abdulsamet Barişan, Fahrettin Barişan, Kamuran Bariş, Mehmet Barişer, Cesim Îvak, Murat Îvak, Maşallah Bariş, M. Saît Ozdemir, Îsmet Uzundemir, Hikmet Yildirim, Diyadin Yaşli, Ahmet Ongun, Kudbettin Ersonmez, Îshak Îlhan, Kamuran Gul, Selim Sonmez, M. Saît Ozgoren, Hikmet Subaşi, Fahrettin Demirelî, Gıyasettin Boztepe, Burhan Gonul, Ayhan Yabansi, Sedat Çapan, Behçet Acar û kesekî navê wî nehat zanin binçav kirin.
23 kesên li Fermandaiya Cendirmeyan a Milazgîrtê îfade dan, sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî 25 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî dadgeha nobedar kir. Dadger piştî li îfadeya wan guhdar kir 11 kes bi heman îdîayê girtin û 14 kes jî berdan. 11 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha tipa E ya Mûşê. Kesên hatin girtin wiha ne: Kamuran Bariş, Abdulsamet Barişan, Fahrettin Demirel, Cesim Îvak, Sait Ozdemir, Sedat Babur, Ahmet Ungun, Îsmet Uzundemir, Zeydîn Yaşli, Hikmet Subaşı, Burhan Gonul.