NAVENDA NÛÇEYAN
“Di salên 1960’î de ji îdeologên MHP’ê Nihal Atsiz di koverake nijadperest û faşîst de li dijî doza maf a Kurdan hevokeke wisa nivîsî bû; “Bila Kurd me aciz nekin, em ê ji Kirxizistanê Tirkan bînin, û ew bi xwe bi ku ve diçin bila biçin.” Ango gef li Kurdan xwaribû ku wan ji welatê wan Kurdistanê bike der. Ev gotar bi dehan sal e ku bûye sedema hêrseke mezin li cem Kurdan. Ev gefa hanê nehatiye jibîrkirin. Ji kîjan fikra siyasî dibin bila bibin, Kurdan li dijî vê zêhniyetê helwêsta xwe nîşan daye. Piştî bi 50-60 salan, lîderê AKP´ê yê ku bi MHP´ê re tifaqa siyasî kiriye û serokkomarê dewleta Tirk Tayip Erdogan van gotinan dibêje. Vê carê dibêje, ka wê Kurd berê xwe bidin ku jî. Dibêje li Bakurê Iraqê Kurdistanek heye, bila biçin wir. Mane ya vê ew e ku ku bi milyonan Kurdî – û di nava van de qismek Kurd hene ku dengê xwe dane AKP´ê jî – ji Tirkiyeyê dike der. Ev eşkere sûcê qirkkrinê ye. Ya rastî ev peyv û ev gotara hanê, siyaseta ku tifaqa AKP-MHP´ê daye ber xwe nîşan dide. Di talîmata pêkanîna Plana Rûxandinê de ya ku di dema vê desthilatê de hat amadekirin zêhniyeta, bajaran bişewitînin, birûxînin, bila careke din li wan venegerin, hebû; ev jî xwe bi awayekî legal îro dana der a heman zêhniyetê ye. Talîmata bajaran bişewitînin û birûxînin bi dizî dabûn, lê îro vê gefa hanê eşkere dixwin.
Di dîroka TC´yê de ti serokwezîr û serokkomarî di vê astê de eşkere dijminatiya Kurdan nekiriye. Berê dijminatiya li dijî Kurdan sergirtî dihat kirin, niha eşkere dikin. Ya rastî, ew maskeya heta îro dadianîn ser rûyê xwe, Têkoşîna Azadiyê ew anî xwarê. Heqaret, êriş û dijminatiyê li Kurdan bikin jî, ev gotinên bi vî rengê wê ji Kurdan re bi xêr bin. Li cem Kurdan wê ew bîreweriya wê yekê bi pêş keve, ka bi mêhtingeriyeke çawa ya qirrker re rûbirû ne. Desthilatdariya AKP´lê ya ku bi salan rola awiqandin û xapandina Kurdan danê, gava ku di vê yekê de bi ser neket, vê carê jî rabû xisleta xwe ya rastî nîşan da.
Tişta ku serokê giştî yê AKP´ê Tayyip Erdogan dibêje, zelal û eşkere ye; yan hûn ê bibin Tirk yan jî hûn ê welêt biterikînin. Van gotinan zelal kiriye ku ew peyv û gotarên weke xwişk û birayên me yên Kurd, welatiyên me yên Kurd tenê ji bo sergirtina siyaseta qirrkirinê bûne. Li Iraqê Kurdistan heye, biçin wir, gava van gotinan dike, nabêje ku ew Başûrê Kurdistanê qebûl dike. Tenê ji bo ku têkiliya bi Başûrê Kurdistanê re ya li ser esasê neyartiya PKK´ê, van gotinan dike. Yan na, ti parçeyên Kurdistanê qebûl nake. Jixwe, li herkesî eyan e ka Tayyip Erdogan di dema referandûma 2017´an de û piştî krîza Kerkûkê ji Başûrê Kurdistanê re çi gotiye. Dibe ku hin siyasetvan bi gotinên Tayyip Erdogan xapiyabin, lê gelê Başûrê Kurdistanê wê wan ti carî ji bîr neke.
Bakurê Kurdistanê hem xwediyê cografyaya herî mezin e û hem jî nifûsa wê ya herî zêde ye. Yê ku Bakurê Kurdistanê tine bihesibînê wê hêsanîtir Başûrê Kurdistanê tine bihesibîne. Jixwe ji bo Rojava dibêjin, em ê destûrê nedin korîdora Kurd. Tevî ku eyaleta Kurdistanê li Îranê fermî ye jî, wan di salên 90´î de pirsgirêk ji bo balefira bi navê Kurdistanê ya ji Îranê re derxistibû li balefirgehên Tirkiyeyê. Bi vê awayî wan nîşan da ku ew ê li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî Kurdistanê qebûl nekin. Zêhniyeta ku bibêje, Kobanê ne bajarê Kurdan, Kerkûk ne bajarê Kurdan e, Efrîn bê Kurd kiriye, eşkere ye, heger keysa xwe lê bîne, wê Başûrê Kurdistanê jî tine bihesibîne. Gava mirov bibêje, ew ê vê nekin, maneya vê ev e: ji bo parçeyên din ên Kurdistanê hemûyan red bikin wê Başûrê Kurdistanê qebûl bikin. Ev jî, mirov nikare bibêje, qebûlkirina Kurd û Kurdistanê.
Herî zêde jî divê ew Kurdên ku dengê xwe dane AKP´ê ji vê helwêsta serokê giştî yê AKP´ê encamê derêxin. Ewên ku li Bakurê Kurdistanê xwe Kurd dihesibînin, divê bersivekê bidin Tayyip Erdoganê gotî, yên Kurdistanê dixwazin, bila rabin biçin. Heger ji 31´ê Adarê û pê ve bersivekê nedin vê gotarê, hingê naxwe wan dev ji Kurdîtiya xwe berdaye. Lewma, Tayyip Erdogan bera her kesa ku xwedî li nasnameya Kurdan derdikeve, dide. Ji bo nîşandana nerazîbûna ji desthilatdariya AKP´ê ma mirov hîna li benda çi bisekine?! Tayyip Erdogan tişta herî dawî bihatana gotin, got. Nermkirina vê gotarê û pîrûpakkirina desthilatdariya AKP´ê êdî ne mumkin e.
Derdoreke din jî ya ku ji van gotinên Tayyip Erdoganî dersê bigirin û helwêsta xwe zelal bike, ew derdor e ku ji ber têkiliyên AKP-PDK´ê helwêstê nîşanî siyaseta neyartiya Kurdan a AKP´ê nadin. Qismek ji vê derdorê û qismek ji partiyên wê yên siyasî bi tifaqa bi DBP´ê re biryar da ku di hilbijartinên cihî de destekê bide HDP´ê. Ewên ku beşdarî vê tifaqa li Kurdistanê nebûne, piştî van gotinên Tayyip Erdoganî mirov ji wan hêvî dike ku bibin xwedî helwêsteke zelal a li dijî AKP´ê û helwêsteke li dijî qeyûm nîşan bidin. Nîşandana eşkere ya vê helwêstê jî wê bi dengdana namzetên HDP´ê be. Ji ber ku serketina AKP´ê wê bibe hilbijartina qeyûmên endamê vê partiyê.
Hêrsa Kurdan bi dehan salan li dijî gotara Nihal Atsiz a derkirina Kurdan bû. Kurdan dît, ka ji bo wan çi pêşdibînin. Niha jî ji devê serokkomarekî ev bihîstin. Herçî gotara Nihal Atsiz bû, bêhtir wan Kurdên siyasîbûyî pê dizanî, niha ev gotara kirinader a Kurdan, Kurd hemû wê ji bîr nekin. Ew ê bersiva xwe ya pêşî jî li Kurdistanê û li Metropolan bi têkbirina desthilata AKP´ê bidin.”
YENİ OZGÛR POLÎTÎKA- Salih Cuma Pir