Li navçeya Amed Rezan’ê di pêşengiya Ciwanên HDP a Amed’ê çalakiya rê girtinê hat li dar xistin.
AMED- Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bilindkirina çalakiyên greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengî dike li navçeya Amed Rezanê di pêşengiya Ciwanên HDP a Amed’ê çalakiya rê girtinê hat li dar xistin. Gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berwedana zindana, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Serok Apo” hate berzkirin.