Li Stenbolê polîsên Tirk a dagirker esnafekî bi çek birîndar kir

Li Stenbolê polîsên Tirk a dagirker esnafekî bi çek birîndar kir.

STENBOL- Li navçeya Stenbol Fatîhê polîsên Tirk a dagirker, bi xwediyê kargehekî re ket nîqaşê û bi gulleyê êrîşê wî kir û ji lingê wî birîndar kir. Dema sê polîsên sîvîl çûn kulubekî, li ser vekirina kulubê bi xwediyê kargehê Mahmut Ç. re ket nîqaşê. Nîqaş veguherî şerê û ji polîsan yekî bi çek Mahmut Ç. birîndar kir.

Hate ragihandin ku Mahmut Ç. rakirin nexweşxaneyê û her sê polîsên sîvîl jî hatin binçavkirin.

 

Nivîsa Pêş