Tîmên Şehîd Avesta bi daxuyaniyekê bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinên Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kir ku dê li gel hemû hêzên ji bo rizgariya Efrînê şer dikin, tê bikoşin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Şehîd Avesta bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Tîmên Şehîd Avesta îşaret bi kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê kir û destnîşan kir ku dê wek keçên Efrînê li hemberî wan kiryaran li gel hemû hêzên ji bo rizgariya Efrînê şer dikin, têkoşîna xwe bidomînin û ji bo rizgariya Efrînê pêşengiyê bikin.
Daxuaniya Tîmên Şehîd Avesta wiha ye:
“Ji raya giştî re,
Li herêma Efrînê bi boneya cejna jinên kedkar ên cîhanê Tîmên Şehîd Avesta yên keçên Efrînê, 8’ê Adarê di serî de li tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê û li jinên Efrînê bi hestên tolhildana mezin a rizgariya Efrînê pîroz kir. Di heman demê de nişan dan ku Efrîna ku salek e di bin hemû cureyên dagirkeriyê de ye û herî zêde ji vê dagirkeriyê li ser jinan zor û zehmetî hatiye meşandin û ev hîn jî dewam dike. Qetilkirina jin û zarokan careke din bi destê dagirkeriyê qirkirina çandî bi hemû dijwariya xwe dide meşandin, di hundirê vê salê de gelek jin hatin girtin, hatin revandin. Ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û çeteyen wê ve tacîz û tecawiz li jinan hate kirin. Ji bo vê Tîmen Şehîd Avesta wek keçên Efrînê encax bi tolhildan û rizgarkirinê li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin û tê bikoşin. Em ê bi çi awayî van erîşên dagirkeriyê li ser xwe û gelê xwe qebûl nekin.
Wek Tîmên Şehîd Avesta, li hember hemû êrîşên ku çêbûn û yên çêbin, em ê bibin tîmên tolhildana Avesta, Barîn û Amargiyan. Em ê bibin şopdarên heqîqeta rêya wan. Tek armanca me wê bibe rizgariya Efrînê. Ji bo vê ye kê Hêzên Rizgariya Efrînê yên ku niha şer dikin û tê dikoşin û hemû hêzên ku ji bo rizgarkirina Efrînê tê dikoşin, em ê hem pêşengiyê jê re bikin û hem jî bi wan re bin. Li ser vê bingehê bi germahiya 8 ê Adarê careke din em tevahî jinên Efrînê pîroz dikin.”