Yekîtiya Jinên Ciwan bi rengê Jinên Ciwan ên Ereb, Kurd û Suryanî mîtîngek ji bo 8’ê Adarê li bajarê Til Temir li darxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan ev miting li darxist bi armanca piştgiriya xwe bidin sembola barxwedanê Leyla Guven û hemû çalakgerên berxwedêr.
Mîting bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, piştî wê dahurandinê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser tekoşîna jinê, hêza jin, berxwedana jin ku çawa xwe di nava vê şoreşê de isbat kir û muhra xwe li dîrokê da hat guhdar kirin.
Pişt re Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Jînda Munzur axivî û wiha got: “ Di dest pêkê de bi xêrhatina hemû jinên berxwedêr ên ku ji herêma Firatê û Cizîrê tevlî vê mîtingê bûne dikim. Jin her tim bi berxwedaniya xwe, îradeya xwe tê naskirin mîna Leyla Guven vaye em bandora berxwedana wê dibinin kêlî bi kelî bi fikr û felsefa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan mezintir dibe.
Jînda di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “ Dijmin roj bi roj êrîşî xwe li ser berxwedana me, îradeya me zêdetir dike, pêwîste her jineke ciwan êdî xwe isbat bike xwedî li berxwedana xwe derkeve ji bo ku em bi hêza xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan fîzîkî rizgar bikin. Em soz didin Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku em ê xwedî li nasnameya xwe ya jin, hebûna jin, hêza jin, berxwedana jin derkevin.
Jînda di dawiya axaftina xwe xwe de wiha got: “Em spasiya hemu Jinên Ciwan ên Firatê û herêma Cizîrê dikin ku tevlî vê mîtinga berxwedanê bune ji bo piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven û hemû çalakgerên berxwedêr bidin diyar kirin.
Mîting bi gerandina dîlanê bi dawî bû.