“Belê Adar bi raz û êşên xwe ve meha destpêka biharê ye, jiyana di meha mijdar û Kanûnê de dikeve xewê, di vê mehê de dest bi nûvejînê dike. Guhertina hewayê, coşa jiyanê, li gundan kalîna berx û karikan vê rojê dixemilîne. Dibêjin hêvî di vê mehê de zindî dibe, lê qeda û bela jî pêsîra me Kurdan bernade. Ji bo me Kurdan her çendî meha Newrozê meha raperînê, meha ji nû ve li rastiya xwe vegerînê jî be, bi giştî meheke bi êş û azar e. Serketin, şahî, azadî û şînên me di vê meha adarê de têkilhev bûne. Carinan ew şahiya hêviya azadiyê jî di gewriya me de difetise.
Em hinek rûpelên rojên vê meha bi raz wergerînin, ka çi birînên qafikgirtî derdibin. Wek destpêk, heştê Adarê roja jinên kedkar ên cihanê ye. Vê rojê, îsal di kesayetiya Leyla Guven de rengekî din wergirtiye. Dilê me li Amedê bi Leylayê re lêdide. Wê jin bi rengên xwe yên binevşî bi Leyla û Sarayan re coş û hêviyeke nû bijîn. Ew ê bê tirs tewana dagirkeran wek sîleyekê li rûçikê wan bidin.
Roja 12´ê Adarê jî roja serhildanê ye. Hestê serhildanê Sala 2004´an li Qamişloyê di dema lîstina pêgogê ya di navbera Komên Fetva û Cihad de gurr bû û piştê wê bi êrişa faşîstên Ereb bi hêjmareke zêde Kurd hatin Kuştin. Lê îro hêviya giyanpak û serhildêrên 12´ê Adarê li Qamişloyê bi ser ketiye. Ev bajarê wek paytextê Rojava bi pirranî azad e. Wê bi girseyî ev roj were bibîranîn, piştî ewqas êşan ev rewşa îro li Qamişloyê; serketin û cihê şahiyê ye. Bi hêviya hemû xaka welêt azad bibe.
16´ê Adara 1988´an, roja reş, roja Hîroşîmaya Kurdan, roja rûreşiya cihanê, roja ku Sademê hov gaza xerdalê ya Elmanyayê li ser Helebcê reşand, roja rondikên êşê ji çiyayên Kurdistan pijiqîne. Bi du rojan piştî wê civîna welatên Misilman hebû û serkarên welatên Misliman ên xwînxwar, Sedamê faşîst ji bo vê komkujiyê pîroz kir. Ev baweriya wan ji roja derketiye, ta îro, tenê xwîna me rijandiye, mal û canê me ji wehşên xwe re helal kirine. Di wê civînê de rastiya wan hê zelaltir bû. Ji wan ti kesî negot: “Ew jî birayên me yên Misilman in, hey Sedamo te çima ew kuştin?” Lê mixabin, yên çavên wan bi tirsa şûr hatî bizdandin, yên mejiyê wan bi şiringa terîqetan ji serê wan hatiye kişandin, nikanin hê jî vê rastiyê bibînin.
Û 21´ê Adarê Roja Newrozê ye. Ev roja ji baweriya rojê Mithrahiyê diyarî maye. Ev roja di nava gelê Arî de bi hezaran salan e tê pîrozkirin. Ev roja wek nûvejîna xweza û gelê Kurd tê nasîn, lê hê jî di nava rûpelên angaştên cuda de tê û diçe, bingeh baş nehatiye zelalkirin. Mixabin îro bi giranî rengê angaşta Firdewsî siya xwe berdaye ser. Ev çil sal in ku Newrozê di nava Kurdan de rengê serhildanê wergirtiye. Piştî cunta faşîst û xwînxwar Kenan Evren ji bo fetisandina tevgera Azadiyê dewleta dagirker desteserkir, li kolan û çiyan xwîn herikî, barê giran ket ser milên zindaniyan. Bi taybetî zindana Amedê bûbû cihê her cure êşkence û xwînxwarî ceribandinê. Hedef; rasterast şikandina vîna Tevgera Azadiyê bû. Bê mirinê ti rêgeh nehiştibûn. Di wê rewşê de rêberê gel, Diyako yê roja me û afrînerê Newroza hemdem, Mazlûm Dogan bi çalakiya xwe mirin û gefxwarinên kuştinê bêminet kirin û biryara dijmin pûç kir.
28 ê Adarê 1986´an; rojeke ji rojên reş di şeveke tarî de, lutke, zinar, dar û berên Gabarê bi navê Egîd dinaliya. Egîdê wek Gaumadayê nevîyê Aştiyago, yê ku li dij çêlikên Kuroşê Pers serhildanek birêk xistibû û hetanî radeyekê bi serketibû, lê Gaumada bi bêbextî hatibû birîndarkirin û ketibû destê Dariyus, Dariyus ew bi hovane kuştibû, mîna çendbarebûna dîrokê Egid jî bi destê bêbextiya di siya dagirkeran de tevî karwanê giyanpakan bûbû.
Em îsal vê meha Adarê bi reng û hêviyeke nû pêşwazî dikin. Li der û zindanan berxwedan e, şerê azadiyê di rengê xwe fedakirinê de gihîştiye pileya aloz! Dibe ku nirxên me yên xwedan kesayetiyên bê mînak di vê greva birçîbûnê de ji dilên me biqetin! Êşa rojê ev e. Divê di warê dîplomasiyê de, di warê bi zimanê dagirkeran bersiva dagirkeran dayînê de wek li dijî ferman û gefxwarinên kuştinê re bi kuştin, xiştik li wan bestin, hebe.
Bi hêviya ev Newroz bibe bingehê aştî, nûvejîn û coşa jiyanê, di kesayetiya nirxên me yên di greva birçîbûnê de Newroza gelê me pîroz dikim!”
Çavkanî: Yeni Özgür Politika – Fêrgîn Melîka AYKOÇ