“Rêber APO ku wek rêberê azadiyê tê pênase kirin, di 15 Sibata 1999’an de, ango ‘ji roja komkujiya Kurd û vir de li Îmraliyê rehîn tê girtin. Di bin pasevantiya Komara Tirkiyê a ku xwedî wesfên faşîst, mêtînger û dagirker e û li tevahiya cîhanê ji ber van wesfên xwe hatiye teşîr kirin, Rêbertiya me 20 salên xwe ên dîlgirtî bihûrand. Komploya navnetewî ku dikeve 21 saliya xwe, îro jî wek duh, her wekî bi hezaran rojên din dîsan û ji nû de bi hêrseke mezin hatiye pêşwazî kirin. Îsal jî şêweyê çalakiyên pêşwazî kirina komployê a ji aliyê jinên Kurd, gelên Kurdistan ê, hemû şoreşgerên ku xwedî fikra sosyalîst in, bi heybet bû.
Li Îmraliyê berxwedanek bê hempa heye
Rêberê me di nav pergala çarmixê a li Îmraliyê wek rehîneyek siyasî û di bin tecrîtekê de ku her roj zêdetir tê şidandin de, tê ragirtin. Rêbertiya me her ku diçe hîn bihêztir di dilê jinan, Kurdan, bindestan, a rast di dilê her kesekê ku xwedî ramanên sosyalîst ên cîhanî ne, cih digire. Rêbertiya me ku roj bi roj berxwedana xwe mezintir dike, xeyalên komplogeran têk diçe û dibehicin. Ji ber ku Rêbertiya me hemû hesabên di rastiya Kurdistan û naverast Rojhelata Navîn de dihatin kirin, xira kiriye. Hema bêje hemû planên dewlet û pergalên emperyalîst, kapîtalîst, dagirker û mêtînger bi erdî re kirin yek. Rêbertiya me bi dîl girtina xwe re li Îmraliyê akademiya azadiyê avakir. Ev akademî jî di bin şert û mercên tenêtiyek dîrokî de, bi hewldaneke mezin, bê ku bêzar û aciz bibe, bê rawest, bê westîn, bê ku gazin an jî minet bike, bi tena serê xwe kiriye. Di vê akademiya azadiyê de, di serî de mîlîtan û şoreşgerên xwe, hema bêje tevahiya gel perwerde kiriye. Bi perwerde kirina gelekê hem fêrî wan kir ka çawa xwe bi xwe, xwe biparêzin, hem jî bi wan da fêm kirin ka çawa kêrî xwe bên û ji bo vê yekê jî her cûre perspektîr daye. Her wiha Tevgera Azadiya Jinê û milîtanên wê jî roj bi roj perwerde kir û ew ji bo van rojan gihandin.
Di salên dirêj ên dîl girtî de, ji bo jin, zilam, pîr, ciwan, zarok, bi kinahî ji bo ku civakek têra xwe bike û bikare azad bijî, xebitiye, hewl daye û rexmê ku rastê her cûre êrîşan hatiye jî berxwedana xwe bi heybet kiriye, ev berxwedan heya van qadan aniye û gihandiye lûtkeyê. Di vê wateyê de Rêbertiya me di nav şert û mercên dîl girtî ên dîrokî-civakî de parastina gelekê kiriye! Bûye gel. Bi gelê xwe re bûye yek, di navbera xwe û gel de girêdanek kûr û yek parçebûn daye avakirin. Ji ber ku heqîqet wek Rêbertiya me jî tîne ziman yekpare ye! Heqîqet nayê perçekirin. Di vê wateyê de, girêdayînek wisa hatiye avakirin ku ger dewletek an jî deh dewlet, hemû dewletên dinyayê jî bên cem hev nikarin vê bendê qutbikin. Ev bend heqîqeta li ser esasê jiyana azad hatî avakirin e.
Li Îmraliyê tecrît di nav tecrîtê de
Ji xwe ji ber vê ye ku her roj baltêkêşandin ser gotina PKK ‘gel’ e. Belê ‘PKK gel e, gel li vir e!’ û tu hêz nikare vê girêdana Rêbertiyê a bi gel re, vê têkiliyê ji holê rabike. Nikarin qeyd û bendan li heqîqetê bixin. Azadî nikare bê tecrît kirin. Ne pêkane ku Rêber APO ji rastiya Kurd û heqîqeta wî qut bikin. Ev ne girêdaneke maddî û fîzîkî ye ku bi kêr ê bê birîn û avêtin. Ji ber vê sedemê ye ku TECRÎT tê meşandin. Rêbertiya me di nav pergala çarmixê a Îmraliyê û di nav tecrîta girankirî de tê girtin. A rast ji bo jiyan neke her tiştekê dikin. Lêbelê li pêşiya gelekê ku dixwaze azad be tu hêz nikare bisekine. Rêbertiya me fîzîkî û ji hêla cestî de dîl e. Lê nekarîn ji hêla ruhî, fikrî û zîhnî de dîl bigrin. Rêbertiya me azad e. Hem jî bi qasî ku kes nekare xeyal bike!
Rêbertiya me niha bi destê rejîma faşîst û mêtîngeh a Komara Tirkiyê di bin tecrît û merên giran de tê ragirtin. Ev polîtîkaya tecrît, tune kirin û îzîlasyonê ku li pêşiya çavê cîhan û gelan tê meşand wê bi tu awayî neyê pejirandin.
Em carekedin nêzikatiya li hemberî gelên Kurdistanê ya ji hêla emperyalîstan ku hêza birêvebirina komployê ne şermezar dikin. Ji ber ku di serî de jinên Kurd û derdorên demokratîk, sosyalîst, wê tu kes saleke din jî bi vî rengî jiyan neke.
Faşîzm yanî pergala li Îmralî
Girtina Rêber APO ku bi mîlyonan wek ‘vîna’ xwe û gel jê re ‘Rêberê min’ dibêje û hîn li Îmraliyê, di bin şert û mercên giran yê tecrîtê de tê girtin, yek ser bi planên destlêwerdana Rojhelata Navîn a DYE û YE’yê, hêzên emperyalîst û mêtînger re girêdayî ye. Bêdengiya heyî ya saziyên navnetewî, AIHM, CPT û saziyên hwd. ên bi salan in li hemberî vê bê hiqûqiyê bêdeng in, ji vê pêde tu wateya xwe nîne. Kes nikare wiha bifikire ku em ji pergala kapîtalîst a serdest û hevkarên wan di nav bendewariyê dene.
Komkujiya di dema berxwedana rêveberiyên xweser ên li bakur û dagirkeriya Efrînê carekedin da nîşandan ku em li hemberî hêzên tarî yên wek NATO û GLADİO têkoşîn didin meşandin. Komploya navnetewî di encama tifaqa qirêj a di navbera van hêzan de pêk hat. Lewma hêzên azadîxwaz derveyê xwe tu kesê wan nîne ku pişta xwe bidinê û bi wan bawer bikin. Ne pêkane tecrît ku perçeyek ji komployê ye, ji derveyê agahî û erê kirina van hêzên tarî pêşketibe. Îfade û aliyê herê diyarker ê pergala faşîst ya li Tirkiyê, ÎMRALÎ YE! Heta faşîzm bi tecrîta ku li Îmraliyê xistin devrê re hat destpêkirin, kûr kirin. Ji ber vê çendê jî têkoşîna li dijî faşîzma li Tirkiyê encax bi şikandina tecrîta li Îmraliyê pêkan e. Yên ku ketin ferqa vê yekê û rastiya pergal heyî pê derxistin, ketin tevgerê jî. Derveyê kesên ku wijdan, exlaq û mirovatiya xwe winda kirine, niha her kes di çalakî û berxwedanê deye. Îro her mirovê bi wijdan û bi exlaq, li gor hêza xwe, li dijî faşîzmê xwedî helwest e. Ji xwe ma pêkane ku mirov bêdeng be? Yên ku bêdeng dimînin, ew in ku di bera li hemberî berxwedanê de cih digrin.
Dema şoreşê hatiye
Di vê wateyê de, di serî de saziysên girêdayî Ewrûpayê û hin hêzên statukuperest û îxanetkar yên li Rojhelata Navîn jî bêdengiya xwe, dîsan cihê xwe yê di komployê de diparêzin. Lê roj hatiye. Dema şoreşê hatiye. Grevên birçîbûnê starta vê yekê daye. Di navenda zext, zilm, îşkence û tecrîtê de hemleya berxwedanê destpêkiriye. Gelo kesên ku rexmê hemû bê derfetiyan helwesta demê a şoreşgerî û bi rûmet raber kirin, şerwanên heqîqetê nîn bin bes çi ne? Gelo gelek din heye ku di rêya ber bi evîna azadiyê de diçe, wiha dîl girtinê bijî? Aya ji bo azadiya xwe, ji xwe çiqa qerîn? Çend civak hene ku ji bo jiyanê evqas dimirin…
Her wekî balindeya ba û baranê, kes nikare kesên ku dilê wan bi eşqa azadiyê lê dide, bi zorê di qefesê de bigre. Dema ku hewl didin bigirin jî wê êsîr yan jî rehîneyekê ku li pêşiya xwe deynin, lê binirên û pê keyxweş bibin, nebînin. Wê şahidî ji heqîqeta kesên ku bi hemû hêz û vîna xwe li qefesê dixe, qefesê dişkêne û azadiya xwe misûger dike, bikin. Her wekî ku a niha tê jîn ev rastî ye.
Rastiya ku di şexsê Leyla Guven de tê jîn, li Îmraliyê wek heqîqetekê derdikeve pêşberê me. Leyla Guven ku bi ruhê berxwedêr yê li Îmraliyê serî rakir û bû dengê raperînê, li paytexta Kurdistanê serî hilda. Bi awayekê ku ji nû de ava jiyanê bi kevneşopiya berxwedana jinên Kurdistan û çanda xwedavenda dayîk a li Mezopotamyayê daye. Di bidawîbûna 20 saliya komploya navnetewî û ji bo pêşvazî nekirina sala 21. an a komployê, ji bo bi hev gihandina gel û Rêbertiyê, bedenê xwe ji birçîbûnê, ruhê xwe jî spartiye berxwedan ê. Û bi ser ketiye! Rêbertiya me ku li Îmraliyê wek rehîneyek siyasî tê ragirtin, piştî sê salan agahî jê hatiye girtin û hatiye zanîn ku dijî. Lê TECRÎT bidawî nebûye. Tecrît ne tenê dom kiriye, berevajî tecrît kûrtir bûye û bi Rêbertiya me re li dijî girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi mehan ceza tên birîn. Sedem: Tu tişt!
Tecrît tune kirin û têk birin e
Ji xwe armanca tecrîtê jî tune kirin e. Tecrît di ferhengê de wek îzolasyon û tune kirinê tê pênase kirin. Hêzên modernîst ên kapîtalîst ku di serî de dijminê jinê, civak û hemû mirovahiyê ye, dema ku Rêbertiya me di bin pasevaniya Komara Tirkiyê de mehkûmê tecrîtê dikir, wisa dipa ku wê encam bigire. Lê belê li dijî komplo, tecrît û faşîzm ê, Rêber APO li ser navê jinan, civakan û hemû mirovahiyê berxwe daye û daye nîşandayîn ku ne gengaze azadî di qefesê de bê girtin. Îmralî ji serî heya binî bi berxwedanê hatiye pêçan. Tecrît û îzolasyon vala hatiye derxistin. Rêheval Nasir Yagiz ku di rêya Leyla Guven de çû û bû deng ji banga wê re, li başûrê Kurdistan ê, bajarê Hewlêrê ket heman rêyê û got, ‘heqîqet li vir e, di xeta berxwedanê deye.’
Li pey rêwîtiya heqîqetê de ku di pêşengtiya Leyla Guven de hatibû destpê kirin, Kurdistaniyên ku sirgûnê navenda kapîtalîzmê hatibûn kirin, bi darê zorê ew ji cî û warên ji cennetê, axa Kurdistanê hatibûn qut kirin û neçar dibin ji axa xwe qut bibin, dest bi vê rêwîtiyê dikin. Ji qêrîna berxwedanê re ku di girtîgeha Amedê de bilind dibû, li her devereke Ewrûpa û Kurdistanê bersiv dihat. Li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê dene. Ji çar aliyên Kurdistan ê, ji wargeha penaberan a Mexmûrê jî piştevaniya ji çalakiyan re hatiye diyar kirin. Çalakiyên gel pêş ketine, di pêşengtiya jin û ciwan de carekedin biryardariya ‘tecrîtê bişkêne, faşîzmê têk bibe’, derketiye holê. Komara Tirkiyê ku hêza temsîl û pêkhêner a pergala faşîst ya li Rojhelata Navîn û Kurdistanê ye, ji bo tefandina agirê serhildana ku Leyla Guven jê re bû çîrosk, serî li her cûre lîstikên Osmaniyan daye. Lê vê carê kes nehat van lîstikan û hat gotin, ‘vê carê nebe.’ Hat gotin ku ‘em êdî nema tên van lîstikên we.’ Pêvajo ji her demê zêdetir zelal, lê tehlûke jî ji her demê zêdetir e. Ji ber vê çendê jî lazime bê zanîn ku tenê pêştevaniya grevên birçîbûnê kirin, têra nake. Êdî dem hatiye ku refleksên civakî derbikeve pêş û hêza gel biaxive. Jin wek hêza herî civakî a guherîn û veguherînê, hewceye birêxistinbûna xwe pêşbixîne û biryardariya xwe a gihandina vê hemleyê a ber bi serkeftinê deyne holê. Ji bo vê jî ji çalakiyên herê demokratîk bigire, heya çalakiyên nerazîbûna sivîl ên radîkal û pêşxistina şêweyên çalakiyan erka wan a dîrokî ye.
Di vî warî de hemleya şoreşgerî a li ser esasê şikandina tecrîtê û têkbirina faşîzmê bi serketî didome. Hemleya şoreşê a ku di pêşengtiya jinan de pêş ketî wê tecrîta li Îmraliyê bişkêne, faşîzmê ruxîne û Kurdistanê azad bike.”
Newaya Jin – Şimal Ülkem GÜNEŞ