Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Biwêhîc kirin hedef, şervanên meclisê jî bersiva êrîşan da.
MINBIC – Li gorî agahiyên ajansa Nûçeyan ya Hawar (ANHA) çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên xwe li gundê Kirêdiyê bi cih kirine, nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundê Biwêhic ê rojavayê bajarokê Erîma yê rojhilatê Babê kirin hedef.
Çeteyan di êrîşa xwe de çekên giran bi kar anîn. Her wiha şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva êrîşê da û di encama wê de şer derketiye.
Tu agahî der barê zirarên di encama şer de çêbûne, nehatine bidestxistin.