Grubên çeteyên giredayî dewleta dagirker ya Tirk ku wek milekî El Qaide tê zanin û xwe bi navê Heyet Tehrîr El Şam birêxistin dikin wê li gorî gotinan di 14’ê Adarê li Antakya werin gel hev. Dewleta dagirker ya tirk dixwaze bi vî awayî çeteyên xwe rewa bike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên dewleta dagirker ya tirk wê li gorî gotinan di 14’ê Adarê li Antakya werin gel hev û civinekê li darbixe. Ev çete wek milê El Qaide tê zanin û xwe bi navê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) birêxistin dikin.
Civinê de dewleta dagirker ya tirk dixwaze qaşo “Hukumeta Demkî li Sûrî” ya ku ew piştgirî dide û “Hukumeta Rizgariyê” ya ku ji milê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam vê hatiyê avakirin bike yek hukumet.
Li gorî rojnameya Elaph ku li South Front li Londrayê bi zimanê erebî weşan dike diyar dike ku di 14’ê Adarê di cîvina li Antakya wê ev rêxistinbuyina ku ji milê çeteyan vê hatiye avakirin wek “Arteşa Sûrî ya Netewî”, “Eniya Rizgariya Netewî”,”Komiteya Bilind ya Muzakera Sûrî”,”Koalîsyona hêzên oposîtsyonê û şoreşgerî ya Sûrî” û şandeya oposîtsyona hevditînê Astana wê beşdarî Meclîsa Îslama Sûrî bibin.
Elaph diyar dike ku wê piştî cîvine “bîryarên di asta jor de bê girtin”, lê bes di derbarê naveroka wan bîryaran de tu agahî nade.
Çeteyên Sûrî ku navenda wan li Tirkiye ye, di malpera xwe ya înternetê de Enab Baladi de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de tê gotin ku wê “Hukumeta Demkî li Sûrî” ku dewleta tirkî piştgirî dide wan û ofîsek wan li Dîlokê heye, wê bi “Hukumeta Rizgariyê” ya ku ji milê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam vê hatiyê avakirin bibin yek hêz.
HTŞ ku wek El Nusra jî tê nasîn, heta sala 2017’an li Sûrî wek milê El Qaide dihat zanîn. Serçeteyê grubê Ebu Muhammed el Cevlani di sala 2017’an ragihandi bû ku ew ji El Qaide qut bune, lê bes serçeteyê El Qaide ev qut bûn pişterast nekir û gotibû ku HTŞ hin jî bi soza xwe giredayî El Qaide ye.
Grubên giredayî El Qaide li Sûrî di nava çalakiyên de ne ku HTŞ diparêze.