Li gundê Qesrîk ê Şemreza Mêrdînê, fermandarê qereqolê gef li gundiyan xwariye û gotiye: “Ger di 31’ê Adarê de herî kêm 200-300 deng ji bo AKP’ê dernekevin ez ê gund bişewitînim.”
MÊRDÎN – Çavkaniyên herêmî derpêşkirin ku fermandarê qereqolê gef li welatiyên gundê Qesrîk ê Şemrexê xwariye û gotiye: “Ger di 31’ê Adarê de herî kêm 200-300 deng ji bo AKP’ê dernekevin ez ê gund bişewitînim.”
Çavkaniyan anîn ziman ku li gundê Qesrîk ê Şemreza Mêrdînê, fermandarê qereqolê gef li gundiyan xwariye û gotiye: “Ger di 31’ê Adarê de herî kêm 200-300 deng ji bo AKP’ê dernekevin ez ê gund bişewitînim.”
Gundiyên ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan bê aşkerekirin, diyar kirin ku gereqol tim gefan li wan dixwe û wan bi “terorîstiyê” tawanbar dike. Gundiyan got fermandarê qereqolê gotiye: “Heta ez vî gundî neguherînîm ez ê neçim.” Gundiya, bilêv kir ku ewlehiya wan tune ye. Çavkaniyê da zanîn ku Namzetê Endama Meclîsa Şaredariya Şemrexê Hîkmet Erez ê ji heman gundî ye, çend roj berê ji bo îfadeyê çûye qereqolê, lê leşkeran ew biriye nav daristanekê û gefa mirinê lê xwarine.
Hejmara hilbijêrên gundê Qesrîkê hezar kes in. Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de HDP 840 û AKP jî 95 deng girtibûn.