“Dewleta komara Tirkiyê, dewleteke ku li ser nîjadkujîya gelan hatî avakirî ye. Bi tevayî xistina ber nîjadkujiya gelan îcada vê dewletê ye. Bi tevayî qirkirina gelekî, ajotina ji axa wan berî vê dewletê tiştekî ku li cîhanê nehatîkirî ye. Rast e dewletên Ewrûpî jî li Emerîkayê Çemsor, li Efrîqayê gel qetil kirine. Japonan eziyetên mezin li Çîniyan kirine. Lê belê di qetlîyamên Ewrûpiyan de bi tevayî qetilkirin, hem kuştina gelan hem jî tune hesabkirina wan, hem qetilkirina wan hem jî gotina min nekir hinek ji wan sûcdar bûn ji bo wê hatin kuştin, rêbazeke tunekirinê ya taybetî desthilatdarên Tirk e. Wekî Ewrûpiyekî tenê Hîtler gelê Musevî daye ber qetliyameke bi tevayî. Lê belê wî jî gotiye ku ew vî tiştî ji tirkan hîn bûye û bi peyvên wekî “çima hun min xerab dibînin dema Tirkan heman tişt anî serê Ermeniyan deng ji kesî derneket” parastina xwe kiriye. Dîsa wekî di lê nêzîkbûna gelên Ermenî û Kurd de jî tê dîtin tune hesabkirina gelan û dawiyê jî bi nasname û şexsiyeta wan tinazî kirin, heqaretî kirin, wekî ku di têgeha Ermenî de dixuyê dijûn hesab kirin, di wekî ku di lê nêzîkbûna Kurd û Lazan de jî dixuyê pêkenokkirin û xistina pozisyoneke cihê pêkanandinê jî taybetî îktidara van desthilatdarên qatîl û hov e. Em vana hemûyan ji bo ku em Kurd in an ji ber ku jî alîgirê Kurdên ku li dijî dewleta Tirk di têkoşînê de ne diyar nakin. Kesên ku wisa difikirin ya rastiyan nizanin ya jî ji ber ku fasîştekî dijminê gelan e wisa difikirin. Tu kesê xwedî wîcdan nikare înkar bike ku ev sûcên em bibîr dixin sûcên dewleta tirk yên dikarin di bêhnekê de werin jimartinê ne.
Dewleta Tirk qonaxa xwe ya avakirinê bi rêxistineke bi navê Yekbûnî û Pêşveçûn (Ittihat ve Terakki) ku ew dêsmaneke nîjadperest û olperest e, derbas kiriye. Şêweya rêzistina qonaxa netewebûnê ya desthilatdarên Tirk xwe dispêre fikreke nîjadperst û girêdayî îstismara dîn û bi têgeheke wekî senteza Tirk Îslam tê şîrovekirin. Şêweyê çala vê fikrê ya roja me MHP+AKP ye. Bi gotineke dîtir MHP+AKP=Ittihat û Terakki dike. Wekî gelekî tunekirina Kurdan, axa Kurdistanê kirin cih û war ji bo Tirkan îdelojî û siyaseta îttihatparêzan e. Ji ber vê yekê gotina Erdogan ya “li cem me Kurdistan tune, yên Kurdistanê dixwazin bila herin bakurê Iraqê li wira Kurdistanek heye” tê wateya ku nijadkujiya kurdan ya ku îttihatparêzan nikaribiye di serdema xwe de bikin “ Ez ê bikim”. Lewma ev peyv ne peyva ku were xwarin û daqurtandinê ye. Ev peyv ne peyveke hema wisa hatiye gotin û cidî neyê girtinê ye. Ev peyv tehdîda nijadkujiya kurd e. Divê HDP û hemû Kurd vêya bi vî awayî fehm bikin. Bi qasî ku pêwîst e bertek nedayina vê peyvê ji baş nenaskirina rejîma Tirk ya nîjadkuj diqewime. Nexwe li cem Bakur kurdistaniyan pirsgirêka têgihîştina dîrokî heye. Nexwe dijminê xwe baş nizanin. Belkî jî hêrsa wan kêm e.
Berî ku em diyar bikin ji bo çi tehdîda nijakujiyê ye, em nîjadperestî û kurddijminya di hevokê de hatiye bikaranîn jî bibînin. Eger em bala xwe bidinê parçeyê Başûrê Kurdistanê ku wekî Kurdistan dipejirîne ne wekî welatekî, niştimanekê û axeke aîdê gelekî nabîne. Dibêje Kurdistana li Bakurê Iraqê. Yanî cihê ku jê re dibêje Kurdistan wekî herêmeke, eyaleteke û parçeyekî dewleteke dîtir dibîne. We ferq kir ku dijminantiya Erdogan ya Kurd û Kurdistanê çiqasî kûr, rehdar û bi bîrdarî ye? We dibînin ku metingekariya xwîna kurdan û axa kurdistanê di çi astê de dike? Li dijî vê tehdîdê ji bo me kurdan mafê her gotinê di derheqê Erdogan de û xweparastina li dijî wî bi her cure çalakiyan derketiye holê. Ez di fikirim ku wekî kurd encama ku pêwîst e em jê derxin ew e.
Niha jî em balê bikêşin ser ku çima ev peyva ku Erdogan bi kar aniye tê wateya “ez ê nîjadkujiya Kurdan bikim”. Dewleta Tirk li ser tunekirina gelan û dest danîna ser axa wan hat avakirin. Vê dewletê gelê Tirkmen jî bi hevparkirina sûcên xwe hebûna wan xistiye xetereyê, ev dewlet, dewleteke kesên serkişiya wê diki bi eslê xwe ne Tirkmen in. Vê dewletê bi qetilkirina Ermenî û Asûriyan dest bi kar kirî, di demeke ku amadeyiya nijadkujiya fizîkî ya gelê Rûm kirî ji hêza xwe ketî lê bi rêbazeke ku jê re tê gotin “Mübadele” gelê Rûm ji axa ku bi hezaran sala li ser jiyayî ajotî bi vî awayî bûye sedem ku gelên Tirkmen û Muslimanbûyî ku li balkanan bûne xwedî war ji cih û warê xwe derên avêtin.
Geşedanên di destpêka sedsala 20em de pêk hatin, wekî hejmar pirbûna kurdan û mislumanbûna wan kiriye ku kurd ne ku di carekê de bi tevayî, lê parçe parçe têkevin ber rêbaza nîjadkujiya bi qutifandina zext û tirsê bi xistina nav nîjadkujiya çandî. Çawa di qetliyamên gelên dîtir de jî tê dîtin di nav kurdan de jî bi birêkzistina hevkar û xayinan, ji bo veşartina qetliyamên xwe, ji bo dema qetliyam pêk werin kurdan sûcdar nîşan bidin wekî taktîkekê her dem ketiye dewrê.
Dema Kurd bi PKKê re derbasî qonaxa têkoşînê bûn, êrîşa nîjadperest ya ku ittihatparêzan dabû destpêkirin lê ji ber sedemên ciyawaz bi dawî neanîbû Kemalîstan ji wan dewr girtibû û hew mabû ku dawî lê bînin vala derxistin û anîn xala têkçûnê. Hişyarbûna Kurdên Bakur destpêkirina têkoşîna wan ya li dijî dewleta Tirk ya nîjadkuj, armancên Tirkkirina Kurdan, kirina Kurdistanê ji bo Tirkan cih û war betal kir. Vê geşedanê kir ku heman rêbaza ku TCyê li ser gelên Ermenî û Rûm tetbîq kiribû ji bo Kurdan jî têkeve dewrê. Rejîmeke nîjadkuj ya bi vî rengî beyî hêzên ji derve û hevkar û xayinên nav Kurdan nikare xwe pratîk bike. Yanî ji ber ku bi awayekî bêdeng û di nav xwe di tunekirina Kurdên Bakur de nehatserkeftin, dawiyê jî bi rêbazên fizîkî û çandî yên nîjadkujiyê, bi rêbazên ku li ser gelên dîtir hatin tetbîqkirin û hêzên xwe meşandina qetliyaman û dema ev dihatin kirin jî polîtîkaya ji “bermayiyan” re gotina madem hun pir dixwazin ha ji we re “parçeyek Kurdistan” wekî bingeh hat girtin. Ermenistan û Yewnanistana roja me jî dewletên piştî nîjadkujiyeke bi vî rengî ji bo gelên Ermenî û Rûm “diyarîkirî” ne. Li pişt siyaseteke bi vî rengî di serî de Almanya gelek hêzên rojavayî hebûn. Niha dixwazin vêya li ser Kurdan tetbîq bikin. Tehdîda Erdogan ji bo Kurdan tam tê vê wateyê.
Sînorên Kurdistana Başur ku wekî “diyariya nîjadkujiyê” hatiye sêwirandin, wekî Silêmanî, Hewlêr û Duhokê hatiye diyar kirin. Yanî nêviyê Kurdistana Başûr. Dixwazin ji Kurdan re vê bibêjin “nîjadkujî an ev Kurdistana bi sê bajarî û bûye milkê malbata Barzanî?” Ya ku Erdogan anî ziman armancên vê projeya navneteweyî. Em jibîr nekin.
Nexwe herêma ku tê gotin Kurdistana Başûr çima bi awayekî bêdengî tê pêşwazîkirin? Ji bo nîjadkujiya kurd. Nexwe dewleta tirk ku heta zimanê gelê kurd jî qedexe kirî, çima li Başûrê Kurdistanê ji derve û rasterast bi koma ku bûye hikûmek re dijminantiyê nake? Ji bo meşrû nîşandayina nîjadkujiya kurd. Tirkên dijminên kurdan yên xwedî sond çima peyva “ tu pirsgirêka me bi kurdan re tune em li dijî terorîstan e” ewqasî bi hêsanî bi kar tînin? Ji ber xizmetkariya hevkarên başûrî ji dewleta Tirk re. Nexwe KDPyê ji bo çi serhildêrên Şeladizê ragirtine? Ji bo nîjadkujiya Kurd bêtir bi hêsanî bimeşe…
Nexwe rêya bûyina kurdekî bi rûmet, xwestina kurdistanê, rêya jiyana bi nasnameya xwe û azad di têkoşîndana bi dewleta Tirk ya nîjadkuj re derbas dibe.”
Mehmet Gören