Navenda Ragihandina Yekitiya Parastina Jin bi boneya salvegera 1. şehadeta Rohenda Xemgîn bi daxuyaniyekê bibîranîn.
NAVENDa NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina Yekitiya Parastina Jin bi boneya salvegera 1. şehadeta Rohenda Xemgîn bi daxuyaniyekê bibîranîn. Di bibîranînê de hate gotin: “Weke şopdarên Rohenda û Eylûlan, ji bo em rastiya tekoşîn û berxwedêriya her şervaneke YPJ’ê bişopînin, bibin ziman, deng, wêne, dîmenê wan, îro li herêma Dêrezorê, şahidî ji şerê dawî yê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tê dayîn re dikin.”
Daxuyaniya YPj wiha ye :
Em bi boneya salvegera 1. şehadeta heval Rohenda, hemû rojnamevan û nûçegîhanên di rêya vegotina rastiyan de şehîd bûne bibîrtînin. Em soza xwe ya şopandina rêya Rohenda, Eylûl û Agirî’yan nû dikin.
Li ser xaka Sûrî ev nêzî 8 sale şerekî bê eman tê meşandin. Ev şer bi temamî li ser bingehê tinekirina rastiyên civakî, çanda gelan, hebûna jin û ji bîrbirina bîra civakî tê meşandin. Ev rastî di şerê ku çeteyên DAIŞ’ê li ber çavê hemû cîhanê li hemberî vîna gelan da meşandin hate jiyankirin. Ji bo ev hovîtiya komên çete dikin ji raya giştî re werê dayîn gelek rojnamevan û nûçegîhanên ragihandina azad gihîştin şehadetê. Deniz Firat, li wergeha Mexmûrê, Nujiyan Erhan li Şengalê, Dilîşan li Dêrezorê, Agirî li Qereçox, Eylûl li Şehba û weke berdewama vê xelekê par hevrêya me Rohenda, di şerê berxwedana serdemê gihîşt şehadetê. Di van şeran de rojnamevan û nûçegîhanên jin her tim di refên pêş de cih girtin û fedekariyên mezin dest nîşan kirin. Heval Rohenda bû yek ji wan.
Hevala me Rohenda bi xwe ji Efrînê bû. Di şerê berxwedana serdemê de tevî bavê xwe heya kêliya şehadetê çeper bernedan û bi hev re gihîştin şehadetê. Hevrê rohenda ji bo hovîtiya çeteyên Erdogan û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê pêk anî bişopîne weke endama ragihandina me cihê xwe di eniyên şer de girt. Kêlî bi kêlî şahidi ji berxwedana şervanên YPJ’ê da meşandin re kir. Xwest bi kamera û kişandina wêneyan rastiya hovîtiya dewleta Tirk li ser gelê wê pêk tîne ji gelê xwe û raya giştî cîhanê re parve bike.
Em weke navenda ragihandina YPJ’ê hemû xebat û tekoşîna xwe li ser bingeha soza me ji bo rêhevalên xwe daye dikin û dimeşînin. Em ji bo hêvî û xeyalên wan yê xwe gîhandina rastiyan bi cihbînin her tim di peyî rastiyan de bin. Weke şopdarên Rohenda û Eylûlan, ji bo em rastiya tekoşîn û berxwedêriya her şervaneke YPJ’ê bişopînin, bibin ziman, deng, wêne, dîmenê wan, îro li herêma Dêrezorê, şahidî ji şerê dawî yê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tê dayîn re dikin. Em li ser wê esasê careke din soza xwe ya berdewam kirina rêya şehîdan nû dikin. Û ji malbata şehîd Rohenda û tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwezin.