Li paytexta Fransa Parîsê Jinên Ciwan ên JXK’ê “çalakiya seknê” pêk anîn. Her wiha Ciwanên Kurd ên li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê jî, li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn.
PARİS/FRANKFURT -Li paytexta Fransa Parîsê Jinên Ciwan ên JXK’ê “çalakiya seknê” pêk anîn. Çalakvanan çavên xwe û devên xwe girtin û balkişandin li ser bêdengiya Ewropa ya ku li hember çalakiya Greva Birçîbûnê ya Leyla Guven. Ciwanan di Stsyonê de diruşmên “Em hemû Leyla ne”, “Ji Ocalan re Azadî” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Ciwanên Kurd ên li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê jî, li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn.
Ciwanên ku di dema çalakiyê de axivîn gotin, “Ji bo piştgiriya ji hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne em bang li her kesên dijberê tecrîdê dikin ku tevlî çalakiya 24 saetan bibin. Em bang li her kesî dikin ku 24 saetan maskeya ku hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne bi kar tînin deynin ber devê xwe û nivîsên #Hungerstrike (yanî #GrevaBirçîbûnê) binivîsînin. Em neçar in ku bala raya giştî bikişînin ser grevên birçîbûnê. Divê em saziyên çapemeniyê yên ku çalakiya Leyla Guven ji nedîtî ve tên şermezar bikin. Em vê berxwedanê mezintir bikin.”