Di du rojên dawî de di operasyona qaşo di serdegirtinên de li Samsun, Bursa û Îzmîr’ê di tê de çeteyekî ku ji bultena sor tê geran jî heye 26 kes hate binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Operasyona QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê li ber qedandina çeteyan de ye. Tê ragihandin ku ber bi dawî ve diçe. Çeteyên ku hatin girtin jî piranî di axaftina xwe de diyar dikin ku ew ji Tirkiye hatine û dixwazin vegerin Tirkiyeyê.
Hate zanîn ku gelek çete derbasî Tirkiye bûne. Di du rojên dawî de di operasyona qaşo di serdegirtinên de li Samsun, Bursa û Îzmîr’ê di tê de çeteyekî ku ji bultena sor tê geran jî heye 26 kes hate binçavkirin.
Her wiha li Enqereyê jî di heman çarçoveyê de çeteyên ku di avabûnê DAÎŞ’ê de wek rêveber cih girtine 14 kes hate binçavkirin. Ev kesên ku hatine binçvkirin piranî jî biyanîne.