Li Ranyayê ji 2 ciwanên endamên Rêxistina Jiyanawey Gencan ku di 7’ê Adarê de hatin binçavkirin, agahî nayê girtin.
RANYA- Li gorî zanyariyên ku rêveberên Rêxistina Jiyanawey Gencan dane, endamên rêxistinê yên bi navê Goran Ekrem Emîn û Karwan Elî Jwamer di 7’ê Adarê de li navenda navçeya Ranya ya Silêmaniyê, ji aliyê asayîşê ve hatin girtin.
Rayedarên Rêxistina Jiyanawey Gencan destnîşan kirin ku sedema binçavkirina herdu ciwanan nayê zanîn, heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin û nayê zanîn ka li ku derê tên girtin.