Di daxuyaniyê de hate gotin balafira ku li Çekmekoya Stenbolê hate daxistin ji aliyê yekineyên wan ve hatiye kirin û di encama çalakiyê de 2 serbaz û 2 astsubay hatiye kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekineyên Tolhildanê bi daxuyaniyekî çalakiyên meha Sibatê girtin ser xwe. Di daxuyaniyê de hate gotin balafira ku li Çekmekoya Stenbolê hate daxistin ji aliyê yekineyên wan ve hatiye kirin û di encama çalakiyê de 2 serbaz û 2 astsubay hatiye kuştin.
Berfirehiya çalakiyan wiha ye:
Di 11’ê Sibatê ji aliyê Yekineyên me Tolhildana Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan ve hatiye daxistin. Ev çalaki bi rêya balafirek maket ji dur ve hatiye kirin. Balafira maket ketiye baskê balafira artêşa Tirk û balafir ketiye. Di encama çalakiyê de de 2 serbaz û 2 astsubay hatiye kuştin. Ev çalaki ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye kirin.
Li Amed’ê jî Yekineyên Şehîd Xemgîn Roj û Şehîd Faraşîn Sîdar ve di îrokên cuda de 11 kargeh û dikanên aîdê AKP’yan hatiye şewitandin. Di van dikanan de ziyan çêbûye.
Li sê taxên Amed’ê de marketên BÎM’ê hatiye şewitandin û ziyan gihiştiye.
Her wiha li Amed’ê xebatkarekî PTT’ê ku hevkar û ajanê AKP’ê ye hate înfazkirin.