Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bomberdûmanan balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bomberdûmanan balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “11’ê Adarê saet 09:30’î balafirên şer bombe li qada Şikefta Birîndara ya herêma Zê barandin.
12’ê Adarê saet navbera 08:30 û 09:30’î qadên Çiyayê Reş, Tepê Cehennem û Ava Zê yên herêma Zê, saet 17:15’an jî qada Sida ya herêma Zê hatine bombekirin.
13’ê Adarê (îro) saet 01:50’î balafirên şer bombe li Geliyê Avaşînê yê herêma Avaşînê barandin.
Ji ber bomberdûmanê zerar negihiştiye hêzên me.”