Bi merasîmekê şehadeta şervanê YPG’ê Dilgeş Qoto (Dilmer Efrin) ku di berxwedana serdemê de ya li Efrînê de 5’ê Sibata 2018’an şehîd bû hate ragihandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Biqaa ya Lubnanê, bi merasîmekê şehadeta şervanê YPG’ê Dilgeş Qoto (Dilmer Efrin) ku di berxwedana serdemê de ya li Efrînê de 5’ê Sibata 2018’an şehîd bû, ragihand. Malbata Qoto û gelek Kurdên li Lubnanê tevlî merasîmê bûn. Qada ku merasîm lê pêk hate bi wêne û posterên şehîdan hate xemilandin.
Di merasîmê de Endamê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM Abdulselam Ehmed axivî û got, “Em şehîdên xwe yên ku li hemberî dagirkeriyê xaka xwe bi canbexşane parastin û gihaştî şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin.”
Abdulselam Ehmed diyar kir ku şevanên QSD’ê, çeteyên DAÎŞ’ê li Baxozê têk birin û ev jî serketineke mezin e.
Piştî axaftinan belgeya şehadeta Dilgeş Qoto, ji hêla endamê TEV-DEM’ê Selîm Hesen ve hate xwedin û radestî malbata hate kirin.