Yekitiya Jinên Ciwanên Êzidî ji bo 2’emîn salvegera şahadeta Nazê Naif Qawali daxuyanî dan raya giştî.
ŞENGAL – Li Şengal Serdeştê li kampa şehîd Nazê 15 jinên ciwan ji bo 2’emîn salvegera şahadeta Nazê Naif Qawali daxuyanî dan raya giştî.
Daxuyaniya li ser navê Yekitiya Jinên Ciwanên Êzidî ji aliye Cihan Elî vê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şehîd Nazê Naif Qawali li Şengal di nava jinên ciwan de xwedî têkoşînek û seknek bi bandor bû û ji ber vê PDK ew bi zanebûn kir hedef û ew şehîd xist. Jinên Ciwan diyar kirin ku PDK bi wan bêyûmên xwe nikare pêş li ber têkoşîna jinên ciwan ên birêxistinkkiri bigre û got, “PDK li herême xeta îxanetê dişopine, em ê bi rihê têkoşîna şehîd Nazê li hemberî vê yek rawestin û tola şehîdan hilînin”
Daxuyanî bi sloganên “Şehîd Namirin“,”Bijî Serok Apo”, û “Serî Hilde” bi dawî bû.