Ciwanên Cizîrê li dijî polîtîkayên dewletê yên madeyên hişbir xistina nava civakê û li dijî zedebûna firotin û birkaranîna madeyên hişbir meşiyan.
ŞIRNEX – Li navçeya Cizîr Şirnexê di demên dawî de firotin û birkaranîna madeyên hişbir zêdebuye. Gelek ciwan li kolana Nur hatin gel hev û li dijî polîtîkayên dewletê yên madeyên hişbir xistina nava civakê meşiyan. Ciwanan ev nêzikatiyên dewletê bi tundî şermezar kir. Piştî meş xelas bû ciwan belav bûn.