“Şoreşa Rojava, heman wextê şoreşeke ciwanan e. Jixwe ji ciwanên Apoger, li hemberî Daîşê ku li Kobanê û li Şengalê mirovên bêsuc qetil dikir bêdengmayîn nedihat payîn. Dema ku bi hezaran ciwan li hemberî çeteya bênijad Daîşê ku dixwest tarîtiyê serwer bike ber bi kozikan baz didan, tu kes ne li bendê bû ku axên mezin azad bikin. Ciwanî, bi paradîgma û giyana Apoger ve, çeteya xwinrêj û ji dewletan piştgirî digirt, ji her quncikên axa şoreşê bi fedakariyek mezin rakişand û avêt. Bêguman ev pêvajo weke ku tê nivîsîn hêsan nebû. Di axekê pir mezin de li hemberî Daîş a hov û rêpîvanenas, bi sedan ciwanên Apoger şehîd ketin, li hemberî dijwariyên mezin mil hatin dananîn. Ciwanên Apoger, li hemberî dijwariyan destkeftiyên mezin bi dest xistin û di serî de gelê Kurdistan, ji hemû gelên cîhanê re diyarî kirin. Niha mirovên her aliyê cîhanê dizanin ku ciwanên Apoger Daîşê ku saw li hemû cîhanê dikirin perçiqandiye. Niha hemû cîhan, berxwedana ku ji Şengalê heya DeyreZorê berdewam dike, bi heyranî dişopînin.
Di serî de Dewleta Tirk û gelek hêz, ji bo ku hişmendî û çeteyên Daîşê ku jinên Êzîdî di bazarên xulaman de didan firotin, ji xezeba ciwanên Apoger xelas bikin gelek hewl dan û astengî derxistin lê hemû ceribandinan li hemberî hêrs û bibîryarbûna şoreşgerî belav bû û çû. Têkoşîna ciwanên Apoger a çil salî ku dilê wan bi agir û azweriya serkeftinê vêdikeve, îro Partiya me li Rojhilata Navînê yek ji hêzên herî mezin kiriye. Li hemberî kesên ku bi destê Daîşê dixwestin gelê Kurd qetil bikin û gelê Ereb jî temirînin tarîtiyê, têkoşîna Apoger bi perspektîfa şoreşê û xweparastinê gelek çalakiyên şoreşger ku dîrok sererast dike pêk anîn. Îro ciwanên Kurd ku dixwestin werine qetilkirin û ciwanên Ereb ku di tarîtiya Daîşê de hatibûn mehkumkirin, di ronahiya têkoşîna azadiyê de ronesansa xwe dijîn. Şerê Daîş û ciwanên Apoger, di esasî xwe de şerê xeyalan e. Yên ku li Bakurê Surî şer dikirin, xwediyê xeyala du civaka cuda bûn, du pêşeroja cuda bûn. Hinek çeteyên Daîşê dizî dikirin, nijde dikirin lê piraniya wan xwediyê baweriyek îdeolojîk bûn. Li gorî vê bîrdoziyê divê jin li malê were girtin, divê kêmjimar were qirkirin, her cureyên ronakbûnê divê were astengkirin û civak divê di nava tarîtiyê de were hiştin. Ligel vê ciwanên Apoger, ji bo parastina şoreşekê demokratîk û jinparêz neketin dudiliyê. Li dozekê dilsoziya mirovan, bi fedaîtiyê tê pîvandin. Di vî warî de ciwanên Apoger, tu kêmasiyek nejiyan, beravajî vê li hemberî her derfetên Daîşê her çiqas kêmderfet jî bibin bi serkeftî şoreş parastine. Ciwanan, jiyana xwe di riya rêberê ciwanan Baz Mordeman de bi şoreşgeriyê re bi rêxistin kirin û bûn xewnereşka Daîşê.
Ji şerê Serêkaniyê vir ve heke Bakurê Surî, şerên ku belku bi dehan dewlet nikarin ji binê derkevin jiya be û jê derkeve, li vir rola ciwanên Apoger mezin e. Ciwanên Apoger, bêyî ku berjewendiyên xwe tevbigerin kolan bi kolan bi Daîşê re şer kirin. Heke Daîş li Kobanê binketîbe, bi saya Emîn Êrkendiyan ku li hemberî panzerên Daîşê heya ku lûleyên wan heliya şer kirin e. Bi saya Arîn Mîrkanan, Paramaz Kizilbaşan ku li hember dijmin radestbûnê qebûl nekirin e. Giyanê ku şoreş li Bakurê Surî berbelav kiriye, mîrata kesên ku di dorpêçkirina Kobanê de nereviyan û yên heya fişeka dawî şer kirinê ne. Daîş, li hemberî ciwanên Apoger û şoreşê têkçûyînek mezin jiya. Hê beriya demeke kin Daîş li cîhanê rêxistina herî bimoral dihat didît lê îro ciwanên Apoger baskên wan şikiyaye û bêmoral mane.
Yên ku Daîş têk bir ciwan in. Yên ku Kobanê, Girê Spî, Reqa, Şengal û gelek deverên din rizgar kiriye ciwanên Apoger in. Ji bo ku şoreşa ciwanî li Rojhilata Navîn berbelav bibe, divê ku axa me ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin were parastin. Têkbirina di serî de Tc û hêzên ku Daîş mezin dikin peywira ciwanan e.”